• Tuesday, 23 July 2024
logo

BAŞÛR - Di navbera du eşîran de pevçûna çekdarî: Kuştî û birîndar hene

BAŞÛR - Di navbera du eşîran de pevçûna çekdarî: Kuştî û birîndar hene
Li gundekî navçeya Akrê ya Başûrê Kurdistanê ve di navbera du hozan (eşîran) de pevçûneke çekdarî derket û di encamê de kuştî û birîndar hene. Li gorî zanayriyan pevçûn hêj berdewam e.

Çavkaniyekî ewlehiyê li Akrê ji Rûdawê re ragihand, êvariya îro înê 7ê Tîrmeha 2017ê li gundê Bajêran a ser bi navçeya Akrê pevçûneke çekdarî rû daye.

Li gorî agahiyên destpêkê, hatibû ragihandin, ku pevçûn di navbera xortên her du eşîrên Herkî û Zêbarî de û di nava leyîza fotbulê de çê bûye û hatibû gotin, ku 2 kesan canê xwe ji dest daye û 3 kesên din jî birîndar bûne.

Lê belê paşê hat ragihandin, ku şer di navbera du malbatan de û li ser cûka avê çê bûye.

Herwiha peyamnêrê Rûdawê li Akrê Nêçîrvan Ehmed jî ji Rûdawê re piştrast kir, ku di pevçûnê de kuştî û birîndar hene.

Nêçîrvan Ehmed da xuyakirin, ku hêzên ewlehiyê bi mebesta kontrolkirina rewşê gihîştine cihê bûyerê, lê belê heta niha rewş nehatiye kontrolkirin û hewla çareserkirina aloziyê didin.

Peyamnêrê me got: “Li gorî zanyariyan, destpêkê şer di navbera du kesan de û li ser cûka avê çê bûye, paşê şer mezintir bûye û teqe hatiye kirin.”

Nêçîrvan Hisên da zanîn, ku yek ji kesên kuştî ji malbateke Herkî ye û kuştiyê din jî ji malbateke Zêbarî ye, lê tekez kir, ku heta niha ti aliyekî fermî amara birîndaran nedaye.

Bi gotina peyamnêrê me, polîs û dezgehên ewlehiyê, berpirsên hizbî û hikûmetê û herwiha mezinên her du eşîrên Herkî û Zêbarî gihîştine gundê Bajêran û hewla çareserkirina arîşeyê didin.

Yek ji mezinên eşîra Herkî yê bi navê Ezîz Elî li gundê Bajêran ji Rûdawê re ragihand, arîşe li ser cûka avê çê bûye û hejmara qurbaniyan jî du kuştî û du birîndar in.

Ezîz Elî da xuyakirin: “Di navbera her du hozan (eşîran) de yekrêzî û ximzatî heye, berpirsên partiyan û yên hikûmetê û mezinên her du hozan niha mijûlî çareserkirina pirsgirêkê ne û bi îzna xwedê dê pirsgirêk çareser be û mezintir nabe.”

Akrê navçeyeke Başûrê Kurdistanê ye û ser bi parêzgeha Duhokê ve ye. Akrê 120 km ji başûrê rojhilatê Duhokê ve dûr e û di navbera sê çiyayan de ye û bi xwezaya xwe ya bedew weke cihekî geştyarî tê naskirin.

Rudaw
Top