• Tuesday, 23 July 2024
logo

Soran…Keçek di mala xwe de hate kuştin!

Soran…Keçek di mala xwe de hate kuştin!
Berdevkê rêveberiya polîsê Soranê ragehand, ku ji aliyê çend kesên nenas ve jinek li mala xwe de hatiye kuştin.

Berdevkê rêveberiya polîsê Soran Hawar Ergoşî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Şeva borî 02.07.2017ê jinek bi navê Rojîn Sefer di mala xwe de ji aliyê çend kesên nenas ve hatiye kuştin.’’

Herwaha got, rêveberiya li hember tundiya dijî jinan li Soranê lêkolîn li bûyeran dike, ji ber ev bûyer jî peyvendiya xwe bi wê beşê ve heye divê agahiyên zêdetir ji wê beşê werin girtin.

Ji bo vergirtina zanyarî û agahiyên zêdetir BasNewsê peyvendî bi Neqîb Zîba ku rêvebera rêvebera dijî tundiya jinan li Soranê ye pêkanî û amaje bi vê yekê kir ku naha bixwe li cîhê bûyerê ye û piştre dê zanyariyên zêdetir aşkera bikin.

Vê derbarê de berpirsê ragehandina rêveberiya dijî tundiya jinan li Soran Milazim Şêrwan Xalîd ji BasNewsê re ragehand, ew jin hatiye kuştin, ku keçek temenê xwe 17 saliye û xwandevane û şeva borî bi tenê li mal bûye, dema ku dayîk û bavê wê vegeryane, dîtine ku keça wan çar kêr lê hatine dayîn û mil û singe wê dane ber kêran û piştre jî polîs ji bûyerê agahdar kirine û got: ‘’Piştî geheştina tîmên me meyîtê wê ji bijîşkê dadwerî ya Hewlêrê re hate rakirin û lêkolîn li ser bûyerê berdewam e, lê heta naha derbarê bûyerê de ti kesek nehatiye kirin.’’

Basnews
Top