Li gor agahîyên destpêkê ku hîn nehatine piştrast kirin, di êrîşê de, êrîşvan jî di nav de du kes hatine kuştin û pênc jî birîndar bûne.
![Li gor agahîyên destpêkê ku hîn nehatine piştrast kirin, di êrîşê de, êrîşvan jî di nav de du kes hatine kuştin û pênc jî birîndar bûne.](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/312790Image1.jpg )
Li ser medyaya civakî dîmenên zilamê ku digel heqerat û lêdanê hewil dida pîsiya mirovan bi jina xwe bide xwarin li ser medya civakî bû sedema bertekên mezin. Ev yek li ser medyaya civakî bû sedema bertekên mezin.
Piştî dengvedana wan dîmenan li ser fermana Serdozgeriya Komarî ya Panosê îro kesê ku navê wî nehatiye eşkerekirin hat desteserkirin.
Jêderin Wezareta Dadmendiyê ragihandin ku li ser biryara dozgeriyê ew kesê ku hewl dayê pîsiya mirovan bi hevjîna xwe re bide xwarin hatiye desteserkirin. Hat gotin ku dê piştî lêpirsînê wî bişînin dozgeriyê.
Ew dîmen ku tê gotin li gundê Babiyayê ya Panosê hatine tomarkirin bi hezaran kesan li ser medyaya civakî bertekên xwe li dijî nîşan dan.
Rudaw