• Tuesday, 23 July 2024
logo

Li Almanya zewaca hevrêgezî fermî bû

Li Almanya zewaca hevrêgezî fermî bû
Perlamentoya Almanyayê bi piraniya dengan hevjîniya hevrêgezî pesend kir.



Roja Înê 30-06-2017, Parlamentoya Almanyayê di rûniştinekê de projeyasaya derbarê zewaca hevrêgezî pesend kir.



Di rûniştinê de 393 parlamenteran dengê “erê” û 226 parlamenteran jî dengê “na” bikaranî.



Bi vî awayî, li vî welatî hevrêgez dikarin hevjîniya xwe bi fermî bikin.



Beriya dengdanê Şêwirmenda Almanyayê Angela Merkel bi daxuyaniyekê daxwaz ji parlamenteran kiribû ku gun bidin wîjdanên xwe.



Angela Merkel di propagandaya hilbijartinên 2013ê de li dijî vê diyardeyê sekinî bû.



Lê di 26ê Hezîrana îsal de Merkel ji kovara Brigitte re axivî bû û gotibû, ku partiyên din pişrtgiriyê didin zewaca hevrêgezî û lewma divê mijar di parlamentoyê de bikeve dengdanê.



Merkel herwiha eşkere kiribû, ku wî ev biryar piştî naskirina hevjînên lezbiyen, ku 8 zarokan xwedî didkin, wergirtiye.



Gotinên Şêwirmenda Almanyayê di çapemeniyê de bibû mijara matmanê.



Herwiha li gorî rapirsiyan, ji sedî 83ê almanan jî piştgirî didin cewaca hevrêgezan.

Rudaw
Top