• Monday, 22 July 2024
logo

Serok Barzanî: Mamosteyên Kurdistanê xwedan roleke girîngin

Serok Barzanî: Mamosteyên Kurdistanê xwedan roleke girîngin
dibêje hertim rola wan rola pêşengiyê bûye.


Serok Barzanî peyamek bo 59 saliya damezrandina Yekîtiya Mamosteyên Kurdistanê pêşkêş kir ku, ev jî tekesta peyamê ye

Bi navê xwedê mezin

Birêzan Sekreter û endamên Sekretariyeta Yekîtiya Mamosteyên Kurdistanê

Bi minasebeta 59mîn salvegera damezrandina Yekîtiya Mamosteyên Kurdistanê, pîrozbayî li weyên birêz û tevahiya Mamosteyên hêja yên Kurdistanê dikim û hêviya serkeftinê bo we dixwazim.

Vê minasebetê bi derfet dizanim daku spasiya rola girîng ya Mamosteyan bikim di ware belav kirina hişiyariya netewî û nîştimanperwerî û pêgehandina xwendekaran di nava tevahiya qonaxên sores, xebat û têkoşîna gelê me de.

Ev yek hertim li ber çavê me ye ku di nava xweşî û nexweşiyan de Mamosteyên Kurdistanê bi dilxwazî û fîdakrane hertim pêşengê berxwedanê bûne û nehêştine ku prosesa xwendin û zanistê li Kurdistanê de raweste û rixmî hebûna kêşe û arîşeyên mezin, Mosteyên hêja mînakek mezin bûne bo handan û pêgehandin û domandina hîn bûn û zanistê.

Spasiya erk û westiyayî bûna Momosteyên Kurdistanê dikim û tevahiya me xwe bi deyndarê Momosteyan dizanin.

Hêviya berdewamî û serkeftinê bo tevahiya Mamosteyên hêja yên Kurdistanê dixwazim.

Mesûd Barzanî

15ê Gulana 2021an
Top