• Monday, 22 July 2024
logo

Bakurê Kurdistanê – Saziya sivîl a ciwanan tê damezrandin

Bakurê Kurdistanê – Saziya sivîl a ciwanan tê damezrandin
Hat ragehandin li bakurê Kurdistanê saziyeke sivîl a Ciwanan tê damezrandin û li gor daxuyaniya berdevkê Saziya Sivîl a Ciwanan a vê derbarê de hatiye belav kirin, ew sazî demeke kurt de dê avabûna xwe ragehîne.

Daxuyaniya Berdevkê Saziya Sivîl a Ciwanan Bahattin Turan waha ye:

Li Bakûrê Kurdistanê xebatên ji bo damezrandina saziyek sivîl ya Ciwananên Neteweyî ku 6 meh bun amadekarî bo dihatine kirin; ku li Bakûrê Kurdistanê di warê siyasî, çandî û hûnerî da xebatê bike, dê nava çend rojên li pêşiya me da avabuna xwe rabigehîne,hevdem piştî damezrandina xwe di heyamek kurt da malperên wep sayt jî dê dest bi weşanên xwe bike.

Ev saziya ciwanan rê û rêbazên xwe yên bingehîn bo çareseriya meseleya Kurdistan weha diyar dike;bo her neteweyek mafê diyarkirina çarenivîsa xwe bi destê xwe diparêze, di vê bingehê de Kurdan wek neteweyek cuda, pirsgirêka kurd jî di çarçoveya xak-netew da destnîşan dike. Hemî beşên ciwanên kurd ku hizr û bîrên cuda hene di nava xwe da dihewîne,têgehek pirreng,demokrat û azadîxwaz diparêze.

xebata aştiyane û şêweyê bê itaatiya sivîl dipejirîne.

Gelê kurd ji ber şerê heyî ku ev ji 30 salan zêdetire didome, ziyanên mezin dîtiye. Pirsgirêka Kurdistan bi vî şerê hanê hatiye terorîzekirin. Dewleta Tirk ku mafên gelê kurd yên neteweyî û rewa nasneke; raya giştî ya der û nav xwe dixapîne û meseleyê wek pirsa "teror û ewlehiyê" nîşan dide, berê ciwanên kurd jî dide tund û tûjiyê û aqarek xelet. Ji bo ku nekevin vê davikê û xwe jê xilas bikin; redkirina tund û tûjiyê, şêweyê xebata sivîl û rewa karek pêşîneyî dibîne û diparêze. Piştî damezrandina xwe ciwanên kurd di xetek sivîl û rewa de dest bi xwe rêxistinkirinê dike.

Bi fermî kirina zimanê kurdî û perwerdeya bi zimanê kurdî yek ji daxwaz û prensîbên bingehîn e. Riya serkeftina li hember polîtîkayên asîmilasyona Dewleta Tirk; bi fermî bun a zimanê Kurdi mûmkîn dibîne. Ji bo ku ciwanên kurd dîroka xwe,çanda xwe baş bizanin û hîn bibin xebatên di vî warî da dike. Piştî ragihandina xwe warê ziman, edebiyat û dîroka kurdan da bi rêkxistin û pêkînana panel, simînar, sempozyum û konferansan dixwaze mil bide xebatên hanê.

Di weşanên xwe yên malperên web de, nivîsarên polîtîk,çandî û yên diwarê dîrokê de bi cih dike. Her wesa biyografiyên kesayetiyên navdarên kurd,kurte vîdyoyên li ser kurdan jî dê li malperan de cihê xwe hebin.

Berdevkê Saziyê : Bahattin Turan

www.ciwanenkurd.org

Basnews
Top