Tirkiyê îsal bi qasî 950 milyon dolar firokeyên bêfirokevan firotin
Li gor amarên fermî yên Wezareta Bazirganî û Encûmena Hinardekaran ên wî welatî, Tirkiyê di heyama 4 mehên sala 2021an de bi qasî 950 milyon dolar firokeyên bêfirokevan firotine welatan.
Li gor wan amaran, rêjeya hinardekirina firokeyên bêfirokevan berawird bi heman meha sala 2020, ji %47.7 zêde bûye.
Her li gor amarên fermî, Çileya îsal bi qasî 166.9 milyon dolar, Sibatê bi 233.2 milyon dolar, Adarê bi qasî 246.9 milyon dolar û Nîsanê jî bi qasî 302.5 milyon dolar firokeyên bêfirokevan û keresteyên pîşesaziya berevaniyê ya taybet bi van dronan firotine.
Di heyama van 4 mehên destpêka îsal de piraniya firokeyên bêfirokevan ji aliyê kompanya û kargehên li Stenbolê ve hatine firotin.
Pişka firotina Stenbolê bo pîşesaziya berevaniya Tirkiyê bi qasî 387.5 milyon dolar bûye û li gor firotina sala derbasbûyî bi rêjeya %86.8 zêde bûye.
Enqereya paytexta wî welatî di rêzbenda duyem de bi qasî 240.5 milyon dolaran û di rêzbenda sêyemîn de jî Konya tê ku bi qasî 131.7 milyon dolar firokeyên bêfirokevan hinarde kirine.
Tekezî li ser wê jî hatiye kirin, Azerbaycan di rêzbenda yekemîn de ye ku zêdetirîn firokeyên bêfirokevan ji Tirkiyê kirîne. Qeter di rêzbenda duyemîn û Ukrayna di rêzbenda sêyemîn de ye.
Rudaw