• Monday, 22 July 2024
logo

Demîrtaş: Tiştê we perîşan dike ne Covid-19 ye, AKP-128 e

Demîrtaş: Tiştê we perîşan dike ne Covid-19 ye, AKP-128 e
Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)ê Selahattin Demîrtaş bi rêya parêzerên xwe têkildarî hejarî û gendeliya li Tirkiyê li ser hesaba xwe ya Twitterê peyamek belavkir û tê de got “Tiştê we perîşan dike ne covid-19 ye, AKP-128 e.”

Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)ê Selahattin Demirtaş ku niha li girtîgeha Tîpa F ya Edirneyê girtiyê siyasî ye, bi rêya parêzerên xwe li ser hesaba xwe ya medya civakî peyamek belavkir.

Demirtaş di peyama xwe de balkişand ser gendelî û rewşa hejariya li Tirkiyê û got “dema ez li gelê ku ji hejariya xwe hatiye asta xwekuştinê difikirim, xwarina girtîgehê di qirika min de naçe”

Di berdewama peyama xwe de Demîrtaş qala gendeliya li Tirkiyê kir û got “Wateya gendeliyê dizîna beşek ji pereyên dewletê ye. Lê peyva gendeliyê ji bo tişta van kiriye kêm e. Ji ber ku wan dewlet bi temamî diziye.”

Herwiha Demîrtaş diyarkir ku tişta gel perîşan û naçarî hejariyê dike desthilata AKPê ye û got” Tiştê we perîşan dike ne Covid-10 ye, AKP-128 e”

Di dawiya peyama xwe de Demîrtaş ji bo rizgarbûna Tirkiyê ji hejarî û qeyranê amaje bi hilbijartinek pêşwext jî kir û got “Em vê heq nakin. Mereq nekin, em dê destê hev bigirin û ber bi aramiyê ve biçin. Ji bo rizgarbûna ji vê pergala mafyayî, li her derê bi dengek bilind daxwaza hilbijartina pêşwext bikin.”

Rudaw
Top