Guterres: Heger girjîya Îsraîl û Filistînê gurtir bibe wê pevçûn li herêmê belav bibin
Berî civînê, Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres bang li hemî alîyan kir ku pevçûnan demûdest rawestînin.
Herwiha Guterres dîyar kir ku ger girjî zêdetir bibin ewê pevçûn li hemî herêmê belav bibin.
Guterres bal kişand ku jimareke sîvîlên di nav wan de zarok bûne hatine kuştin û got ku ew pevçûn dikarin bo temamê herêmê metirsîya ewlekarî û kêşeya mirovî çêkin.
Sekreterê Giştî yê NYê da zanîn ku divê hemî alî bo qedandina pevçûnan rê li ber navbeynkarîyê vekin û got ku bi tenê çareserîyeke sîyasî dikare li herêmê aştîyeke mayînde çêke.
Hêjayî bîrxistinê ye, Nûnera Amerîka ya li NY’ê Linda Thomas Greenfield ji Twitterê dîyar kiribû ku Amerîka dê bo kêmkirina girjîyê dîplomasîya di asta bilind de bimeşîne.
Basnews