• Monday, 22 July 2024
logo

Murat Karayilan: Tirkiye çekên kîmyewî bikar tîne

Murat Karayilan: Tirkiye çekên kîmyewî bikar tîne
Fermandarê Giştî yê Hêzên Parastina Gel (HPG) Murat Karayilan ragihand ku li her cihekî Artêşa Tirkiya asê mabe çekên Kîmyevî bikar aniye.

Murat Karayilan di dema beşdariya xwe di hevpeyvîneke taybet de li gel medyaya nêzikî PKKê behsa pêşhatên dawî yên şerê navbera gerîla û Artêşa Tirkiyê li navçeya Zap, Avaşîn û Metîna kir û got heta niha18 gerîla canê xwe ji dest dane û çarenivîsa 6 gerîlayan nediyar e û tekez kir ku di destpêka opersyonê de 7 gerîla li bilndahiyên Mam Reşo li navçeya metîna bi çekên kîmyevî canê xwe jidest dane.

Di derbarê ziyanên artêşa Tirkiyê de Murat Karayilan got ku heta niha 187 leşker hatin kuştin û 20 jî birîndar bûne.

Fermandarê Giştî yê HPG got ku Artêşa Tirkiyê pilanek bo dagîrkirina Kurdistanê li gorî gotina wî daye ku dema 5 salan bi awayekî tund bo wê kar dike û bi hinceta rûbirûbûna PKK qonax bi qonax bazneya opersyonên xwe berfirehtir dike bo temamê Kurdistanê bixe bin destê xwe.

Li aliyê din wezareta Berevaniya Tirkiyê ragihand ku roja Înê, 14ê Gulana 2021ê, serbazekî Tirk, di çarçoveya operasiyonên pençeya birûskê da hatiye kuştin.

Artêşa Tirkiyê ji 23 meha borî ve, bi mihaneya lêdana gerîlayên PKKê di kûrahiya axa Başûrê Kurdistanê da, di bin navê operasiyona pençe birûsk, ji bejayî û esman ve dest bi êrişê bo ser deverên metinan, avaşîn û zapê kiriye. Ev operasiyonan berdewamin û dem bi dem li hinek cihan şer û pevçûn di navbera herdu aliyan de derdikeve.

Di encama Operasyona Artêşa Tirkiyê ya li dijî PKKê bandor li zêdeyî 100 gundan li sînorê wê deverê kir.

Heta niha şerê di nevbera PKKê û artêşa Tirkiyê li deverên Herêma Kurdistanê bûye sedem ku nêzîkî 800 gund bên valakirin.

Rudaw
Top