"Em êrîşa ser malbata Kurd qebûl nakin"
Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin: “Em gelek nîgeran in bi wê êrîşa ku kesên tundrew ên dûrî hemû nirxên mirovî bi ser malbateke Kurd de kirine, ku bi mebesta derbaskirina betlaneya cejna Remezana pîroz ji bajarê Hewlêrê çûne bajarê Mêrsînê yê Tirkiyê.”
Daxuyaniya Lijneya Peywendiyên Derve wiha ye:
Em li Lijneya Peywendiyên Derve, gelek nîgeran in bi wê êrîşa ku kesên tundrew ên dûrî hemû nirxên mirovî bi ser malbateke Kurd de kirine, ku bi mebesta derbaskirina betlaneya cejna Remezana pîroz ji bajarê Hewlêrê çûne bajarê Mêrsînê yê Tirkiyê.
Ev destdirêjî cihê qebûlkirinê nîne û nakeve çarçoveya qezenca peyweniyên Herêma Kurdistanê û welatê Tirkiyê, loma divê aliyên peywendîdar demildest tawanbaran ceza bikin û êdî rê nedin ew tawanên gelek kirêt dubare bibin.
Lijneya Peywendiyên Derve ya Revenda Kurdistanî ya li Parlamentoya Kurdistanê
14.5.2021
K24