• Friday, 29 November 2024
logo

2 kesên ku li Mêrsînê êrîşî malbata Kurd kiribûn hatin girtin

2 kesên ku li Mêrsînê êrîşî malbata Kurd kiribûn hatin girtin
Ji wan 3 êrişkarên ku li Mêrsînî êrîşî malbata Kurd kiribûn, 2 kes ji ber hewldana kuştina bi qestî, dayîna zirara mal û raya giştî teşwîqî kîn û dijminatiyê hatin girtin.

Malbata Kurd a xelkê Hewlêra paytexa Herêma Kurdistanê ji bo geştê çûbûn Tirkiyê, li bajarê Mêrsînê ji aliyê 3 kesan ve rastî êrişeke nijadperestî hatibûn, Dadgeha Anamûrê biryara girtina 2 kesan da.

Piştî ku li cendermeyê îfadeyên kesên bi navên M.F.O û M.B hatin girtin, ew ji bo dadgehê hatin şandin. Dadhega Anamûrê ji ber hewldana kuştina bi qestî, dayîna zirara mal û raya giştî teşwîqî kîn û dijminatiyê biryara girtina wan êrîşkaran da û kesê bi navê S.O. bi kontrola edlî serbest hat berdan.

Malbata Kurd a xelkê Hêwlêrê duh li Mêrsînê rastî êrîşa grûpeke nijadperestên Tirkiyê hatibû.

Otomobîla malbata Kurd ku ji bo geştê serdana Tirkiyê kiribû, li navçeya Bozyazi ya Mêrsînê ji aliyê grûpeke tirk ve hatibû rawestandin û grûpa nijadperest jibilî dijûnên li dijî Kurdan, bi tundî êrişî endamên wê malbatê kiribûn.

Berbelavbûna dîmênên êrîşa li ser malbata Kurd li ser medayaya civakî, bû sedema nerazîbûnê û parêzerên baroyên Bakurê Kurdistanê çûn hawara malbatê û li dijî wê êrîşê helwest nîşan dan. Herwiha ew êrîşkar hatin desteserkirin û 2 êrîşkar hatin girtin.

K24
Top