• Saturday, 29 June 2024
logo

Şerê Îsraîl û Filistînê berdewam e

Şerê Îsraîl û Filistînê berdewam e
Îsail topbarankirin û bombebarankirina Xeza berdewam dike, Serokê Filstînê jê daxwazê ji idareya Amerîka dike ku bo bidawîkirina şer destwerdanê bike.

Di şer û topbarana heta niha 128 kes li Xeza hatine kuştin ku 31 ji wan zarok in û 20 jin in herwiha 950 kesên din birîndar bûne.

Herwiha artêşa Îsraîlê ragihand, şeva borî sê mûşek ji aliyê Sûriyê ve ber bi Îsraîlê ve hatine avêtin û diyar kir ku mûşekek li nav xaka Sûriyê ketiye xwarê û herdû mûşekên din jî li zeviyên vala ketine.

Serokerkanê Artêşa Îsraîlê Aviv Kochavi ragihand ku Hemas bi êrîşkirina ser Îsraîlê şaştiyekî mezin encam dide.

Aviv Kochavi ragihand ku Îsraîl li gorî pilaneke ku pêşwext hatiye amadekirin bersivê dide û hêj çend qonax mane ku divê bên cîbicîkirin.

Koçavî got jî ew êrîşên ku Îsraîl li erd, esman û deryayê encam dide bo jinavbirina depoyên çek û teqemeniyan yên Hemas û cîhada Islamî ye.

Rudaw
Top