• Saturday, 29 June 2024
logo

Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Mîrê Qeterê pêwendiyeke telefonî encam dan

Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Mîrê Qeterê pêwendiyeke telefonî encam dan
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Mîrê Dewleta Qeterê Şêx Temîm bin Hemed Al Sanî pêwendiyeke telefonî encam dan.

Di pêwendiya telefonî de pêşvebirina pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Qeterê û geşedanên herî dawî yên herêmê hatin gotûbêjkirin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pîrozbahiyên xwe yên germ bi boneya cejna Remezanê arasteyî Mîrê Qeterê kir. Herwiha pesnê helwesta dewleta Qeterê da di şermezarkirina êrîşên van demên dawî yên ser Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê de.

Her du aliyan amadebûna xwe nîşan dan ji bo zêdekriina danûstandina bazirganî û pêşvebirina veberhênanê. Herwiha hevnêrîn bûn li ser girîngiya berdewambûna pêwendî û hemahengiya ji bo mijarên cihê girîngiyê yên herdu aliyan.

K24
Top