• Saturday, 29 June 2024
logo

Parlamenterê HDPê: Desthilat li Rojava sûcên mirovahî kiriye

Parlamenterê HDPê: Desthilat li Rojava sûcên mirovahî kiriye
Parlamenterê HDPê yê Şirnexê Hasan Ozguneş dibêje “Desthilat li welat û derveyî welat gelek sûcên mirovahiyê kirine.”

Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Şirnexê Hasan Ozguneş beşdarî bultena 15.00 a Rûdaw TVyê bû ku taybet e bi Bakurê Kurdistanê û rojevê nirxand.

Parlamenterê HDPê yê Şirnexê Hesen Ozguneş di derbarê nexşeya siyasî ya Tirkiyê di dema pêş de got“Rêveberê dewletê AK Partî car caran diyar dikin dibêjin em hemû di keştiyekê de ne, keştiya me ber bi noqbûnê ve diçealikariyê bidine me em vê keştiyê rizgar bikin.”

Ozguneş amaje bi wê yekê kir desthilat civakê kiriye du beş, beşa ku li hemberî desthilatê be, wê wek dijmin dibînin û bi ser de diçin.

Di derbarê aboriya Tirkiyê de Ozguneş diyar kir ku ji sedî 40-50 xelkê Tirkiyê di nav xîzaniyê de ye, ji ber rewşa aboriyê xwekuştin destpê kirine, sazî kar nakin û 335 milyar dolar deynê dewletê ye derve heye û wiha berdewam kir “Tirkiye di aliyê leşkerî, civakî, aborî û siyasî de xitimiye.”

Li ser hilbijartineke pêşwext de jî Parlamenterê HDPê Ozguneş ragihand ku oposîzyon hilbijartina pêşwext her roj tîne ziman û gel jî vê yekê dixwaze bi lezgîn çêbibe ji ber ku pêdivî pê heye.

Herwiha Hasan Ozguneş anî ziman ku AK Partî di serî de behsa gelek tiştên ku mirov jê hevî dikir yên mafên mirovan, pîvanên Ewropayê û pirsgirêka Kurd dikir û wiha berdewam kir “Herçiqas AK Partî bû dewlet û bi dewletê re yek êdî li xeyalê Osmanî padîsahtî geriyan, eger bizanibûna li cîhan bihata qebûlkirin wê xelîfetî jî îlan bikirina. Heta IYI partî jî dibêje AK Partî dîktator e. Em raste rast dibêjin dîktatorî û faşîzm heye. Li derekî faşîzm hebe demokrasî ji holê radibe. “

Ozguneş bal kişand ser wê yekê û got “Desthilat gelek sûcên mirovahî, gendeliyê kirine, Tirkiyê talan kirine û her ku diçe lawaz dibin. Ew dibêjin hilbijartin çêbibe, em têkçûyîne. Dema têk biçin, dê koalîsyoneke nû bê, ev koalîsyon divê Tirkiyê ji vê cehenemê derxîne, demokrasî, hiqûq û azadî bê. Ji ber van gendeliyan û sûcen mirovahî yên derve û navxwe de kirine jî lêpirsin bê kirin, ji ber ku li Rojava, Lîbya û li navxe jî kirine.”

Di derbarê pozîsyona HDPê de ya ji bo hilbijartineke pêşwext de Ozguneş amaje bi wê yekê kir ku ew rêya sêyemînîn û ne mecbûrin beşdarî tifaqe din bibin.

Rudaw
Top