• Saturday, 29 June 2024
logo

Wezîrê Berevaniya Tirkiyê: Sînorê operasyona me berfirehtir dibe

Wezîrê Berevaniya Tirkiyê: Sînorê operasyona me berfirehtir dibe
Ev 20 roj in, operasyonên Artêşa Tirkiyê li navçeyên Zap, Metîn, Avaşîn û Heftanîn ên li sînorê parêzgeha Duhokê berdewam in.

Operasyona artêşa Tirkiyê bandor li ser mal û milkên welatiyên wê deverê kiriye, lê Enqere rijd e li ser operasyonê û êrîşên xwe berfirehtir dike.

Hulusi Akar wezîrê Bervaniyê yê Tirkiyê, “Em dixwazin bi kêmtirîn ziyan wê navçeyê kontrol bikin û terorîstan nehêlin û rê nedin ku metirsî bin li ser welatî û sînorê me. Bi rastî di vê derbarê de peywendiya me li gel birayê me yên Iraqî hene. Em dibînin ku divê peywendiyên me li gel wan zêde bikin. Çima ? ji bo jinavbirina terorîstan. Armanca me ew e ku di zûtirîn dem de wan navçeyan li gel Qendîl û Asosê paqij bikin.

Herwiha em dixwazin di babeta Mexmûr û Şingalê de jî hemahingiyê li gel Iraqê bikin, ji bo hem Iraq û hem welatê me ji terorîstan rizgar bibe.”

Ev axaftinên Hulusi Akar di demekê de ye ku roja Şemiya borî, Serokwezîrê Iraqê Mistefa El-Kazimî ji bo Rudawê ragihandibû, "Em li gel hikûmeta Herêma Kuirdistanê kar dikin ji bo zanîna ziyanên şerê di navbera Artêşa Tirkiyê û PKKê de."

Kazimî herwiha red kiribû ku ew agahdar bin li ser wê operasyona artêşa Tirkiyê û behsa avakirina xalên pasewanên sînorî li wan navçeyan jî kiribû, ku bi mebesta rêgirtin li wî sînorî hatine danîn, ku zêdetir bibê cihê pevçûnên di navbera Artêşa Tirkiya û gerîlayên PKKê de.

Niha hêzên pasewanên sinorî yên Iraqê 4 xalên serbazî yên nû li Serê Hemê, Badok, Girê Golê û Kevirê Kovê danîne ku nêzîkî 21 gundên navçeya Kanî Masê ne.

Mistefa Kazimî, Serokwezîrê Iraqê, “Em niha kar dikin ji bo sepandina dewleta Iraqê li çend navçeyan ku metirsî li ser wan heye grûpên çekdar wan deveran bikar bînin. Em hemahingiyê dikin ji bo guhertina boçûnan, carekî li gel Hikûmeta Herêmê û careke din ji bo hemahengî û nêzîkkirina boçûnan li gel Tirkiyê, ji ber divê hikûmet hest bi erkê xwe bikê ji bo parastina xaka me.

Em bi hêvî ne li gel hikûmeta Herêmê kar bikin ji kêmkirina bandora wê operasyonê li ser nişteciyên gundên Kurdistanê.”

Derbarê ziyanên vî şerî, Rêveberê Nahiya Kanî Masê Serbest Sebrî, ji Rûdawê re ragihand, “Gundên Kêste û Çelka Krîstiyanan hatine valakirin. Zêdeyî 500 kewarên mêşên hingivîn li wê deverê jinav çûne û 1600 donim zevî jî şewitîn û welatî ji vê operasyênê dilgiranin.”

Welatiyekê sînorê Kanî Masê, “Em newêrin kar di nava zevî û bistanên xwe de bikin. Xaka Kurdistana me gelekî xweş e, lê eger rewş wisa be û aramî nebe, em nikarin ajelan xwedan bikin yan herin çi deverekê.”

Operasyona Artêşa Tirkiyê li 23/04/2021ê bi hênceta rûbrûbûna PKKê destpê kir, di encam de bandor li zêdeyî 100 gundan li sînorê wê deverê kir.

Şerê di nevbera PKKê û artêşa Tirkiyê li deverên Herêma Kurdistanê bûye sedem ku nêzîkî 800 gund bên valakirin.

Rudaw
Top