• Saturday, 29 June 2024
logo

Filistiniyên hawirde li gundekî Êzidiyên Efrînê mizgeftekê ava dikin

Filistiniyên hawirde li gundekî Êzidiyên Efrînê mizgeftekê ava dikin
Berdevkê Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê ragihand ku Filistîniyên hawirde li gundekî Kurdên Êzidî li Efrîna Rojavayê Kurdistanê mizgeftekê ava dikin.

Berdevkê Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê Ibrahîm Şêxo ji Rudawê re ragihand, grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve li gundê Şadêrê yê ser bi navçeya Şêrawa ve li Efrînê, dest bi avakirina mizgeftekê dikin.

Ibrahîm Şêxo herweha diyar kir, amadekariyên vê projeyê di meha Adarê de hatibûn kirin lê niha kete warê cîbecîkirinê û wê navê Ebo Bekir El-Sidîq li vê projeyê bikin ku dê weke navendeke fêrkirina Quranê jî be.

Ev proje wê ji aliyê Filistiyên ku ji sala 1948an ve penaberî Sûriyên bûne were cîbicîkirin ku ew Filistînî bi alîkariya grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve hatine Efrînê û hejmara wan nêzîkî 500 malbat e.

Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdarên ên tundrew ku ser bi opozisyona Sûriyê ve ne û Tirkiye piştevaniya wan dike, roja 20ê Çileya 2018an êrişeke berfireh a bejayî û asmanî bo ser Efrînê dan destpêkirin ku di bin kontrola hêzên Kurdî de bû.

Piştî wê êrişa berfireh a bi her cor çekên giran, bajarê Efrînê roja 18ê Adara 2018an ket destê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar.

Di encama êrişên giran û ketina bajêr bo destê çekdaran de, bi sed hezaran xelkê Kurdan mal û warên bicî hiştin û ketin ser rêyên koçberiyê.

Herwiha ji wê roja ku Efrîn ket bin kontrola artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên opozisyona Sûriyê, binpêkariyên li hember welatiyên Kurd li wê herêmê berdewam in.

Heta niha ji aliyê rêxistinên xwecihî û navdewletî ve bi dehan binpêkariyên li dijî xelkê sivîl hatine tomarkirin ku ji aliyê çekdarên girêdayî Tirkiyê ve hatine encamdan.

Rudaw
Top