• Saturday, 29 June 2024
logo

Parlamenterê AK Partiyê: Em AK Partiyê wek partiya Kurdan ya heremê dibînin

Parlamenterê AK Partiyê: Em AK Partiyê wek partiya Kurdan ya heremê dibînin
Parlamenterê AK Partiyê yê Êlihê Zîver Ozdemîr dibêje “ Em AK Partiyê wek partiya Kurdan ya heremê dibînin. Ji HDPê jî zehftir niha temsîliyeta herî mezin di nava AK Partiyê de ye.”

Parlamenterê AK Partiyê yê Êlihê Zîver Ozdemîr beşdarî bultena Rûdawê û rewşa AK Partiyê ya niha û helwesta wê ya li jî Kurdan nirxand.

Parlamenterê AK Partiyê yê Êlihê Zîver Ozdemîr di derbarê rexneyên kurdên di nav AK Partiyê de li ser pirsgirêkan Kurd siyaseta ku niha AK Partî birêve dibê got “di dema pêvajoya çareseriyê de jî rexneyên me hebûn û niha jî hene. Siyasetmedarên heremê yên ku di nav AK Partiyê de siyaset dikin her daîm rexeneyan dikin.

Herwiha Zîver Ozdemîr tekez kir û dibêje “Em AK Partiyê wek partiya Kurdan ya heremê dibînin. Ji HDPê jî zehftir niha temsîliyeta herî mezin di nava AK Partiyê de ye.”

Di derbarê piştgirya Kurdan ya ji bo AK Partiyê jî Ozdemîr amaje bi wê yekê kir ku ew bi hêvî ne ku di hilbijartinên pêş de Kurd piştgirê bidin AK Partiyê.

Rudaw
Top