• Saturday, 29 June 2024
logo

Serbazekî Tirkiyê li ser sînorê Rojhilatê Kurdistanê hat kuştin

Serbazekî Tirkiyê li ser sînorê Rojhilatê Kurdistanê hat kuştin
Wezareta Navxwe ya Tirkiyê kuştina serbazekî xwe di êrîşeke gerîlayên PKKê de li ser sînorê di navbera Bakur û Rojhilatê Kurdistanê de ragihand.

Li gor daxuyaniyeke Wezareta Navxwe ya Tirkiyê, gerîlayên PKKê ji aliyê Rojhilatê Kurdistanê ve teqe li serbazên Artêşa Tirkiyê kirine.

Li gor daxuyaniya xwe hatiye belavkirin, di encama wê teqekirinê de, polîsekî operasyonên taybet hat kuştin û sê polîsên din jî birîndar bûne.

Ew polîsê ku hatiye kuştin, ji wê hêzê bûye ku erkê parastina wan karkeran li xwe girtiye, ku projeya dirustkirina dîwarê li ser sînorê di navbera Bakur û Rojhilat de kar dikin.

Rudaw
Top