• Saturday, 29 June 2024
logo

Malbateke Hewlêrî li bajarekî Tirkiyê rastî êrîşa nijadperestî hat

Malbateke Hewlêrî li bajarekî Tirkiyê rastî êrîşa nijadperestî hat
Li bajarê Mêrsînê yê Tirkiyê, malbateke Kurd a Hewlêrî rastî êrişa nijandperestî hat.

Rojnamevan û aktîvîstê Kurd Mihemed Emîn Demîr li ser rûpela xwe ya Twitterê ragihandiye; li bajarê Mêrsînê malbateke Kurd a Hewlêrî, ku bo geşt û gerê çûbûn Tirkiyê, rastî êrişa nijadperestan hatin.

Mihemed Emîn Demîr daye zanîn, di wê êrîşê de du endamên wê malbata 4 kesî birîndar bûne ku rewşa yek ji wan, nebaş e.

Bi gotina wî aktîvîstê kurd, nijadperest dema dibînin pilaka otomobîla wê malbatê Hewlêr (EBL) e û malbat jî kurd e, êriş dikin û li wan didin.

Herwiha eşkere dike: “Ji malbatê re gotine hûn kurd in an tirkmen, piştî ku zanibûne kurd in, li wan xistine. Zarokê 12-13 salî jî birîndar kirine. Xwestine mêrik ji kendalê bavêjin û bikujin. 4 kes bûne, li jin û zarokên din jî xistine.”

K24
Top