• Saturday, 29 June 2024
logo

Peyama Serokê Herêma Kurdistanê bi helkefta cejna Remezanê

Peyama Serokê Herêma Kurdistanê bi helkefta cejna Remezanê
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya hatina cejna Remezanê, peyameke pîrozbahiyê pêşkêşî hemû Misilmanên Kurdistan, Iraq û cîhanê kir û ragihand: “Bila em hemû rûpeleke nû ya pêkveyî û hevdû qebûlkirinê vekîn, heta pêkve bikarîn xizmeteke baştir li gel û welatê xwe bikîn û ber bi paşerojeke baştir, bextewerî, aramî, parastina zêdetirê maf û azadiyan û yasa û dadgeriyê hengav bavêjîn.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi helkefta cejna Remezanê peyamek belav kir. Peyama wî wiha ye:

Cejna Remezanê bi germî li tevahiya misilmanên Kurdistan, Iraq û cîhanê, bi taybetî li malbat û kesûkarên serbilind ên şehîdan pîroz dikim.

Hêvîdar im xêr û xweşî û bextewerî ji bo hemûyan li gel xwe bîne, cejn û bîhnvedaneke aram bi ser bibin û helkeftên xwe yên di paşerojê de li rewşeke baştir û dûrî pejik û nexweşî û qeyran û aloziyan bigêrin.

Bila em hemû wate û çemkên cejnê li aştevayî û lêborînî û pêkhatina li gel xwe û dewrûberê xwe û hemûyan, bikin bingehek ji bo tevger û peywendî û hengavên paşerojê. Bila em hemû rûpeleke nû ya pêkveyî û hevdû qebûlkirinê vekîn, heta pêkve bikarîn xizmeteke baştir li gel û welatê xwe bikîn û ber bi paşerojeke baştir, bextewerî, aramî, parastina zêdetirê maf û azadiyan û yasa û dadgeriyê hengav bavêjîn.

Bila li navxweya Herêma Kurdistanê û li tevahiya Iraqê cejn bikîn derfetek ji bo berevajiya yekcariya rûpelên rik û hevdû şikandin û zimanê zibir û bi dil û niyazeke paqij vekîn destpêka seretayeke nû ya tebayî û hevbeşî û alîkariya di navbera hemû alî û pêkhatên ji bo çareserkirina alozî û kêşe û derbaskirina qeyranan û em hemû li asta berpirsiyariya mirovî û niştimaniyê da bîn.

Cejna we hemûyan pîroz be, hemû salek bi xweşî.
Top