• Saturday, 29 June 2024
logo

Hikûmeta Amerîkayê di raporta xwe ya salane ya derbarê azadiya olî li cîhanê de, behsa rewşa azadiya olî li Tirkiyeyê kiriye.

Hikûmeta Amerîkayê di raporta xwe ya salane ya derbarê azadiya olî li cîhanê de, behsa rewşa azadiya olî li Tirkiyeyê kiriye.
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Cejna Remezanê li hemû Misilmanan pîroz kir û hêvî xwest ku Cejna Remezanê ya îsal aramî, azadî, xweşî, silametî û aştiyeke birûmet û mayînde bîne.

Hevserokên Giştî yên HDPê Pervin Buldan û Mîthat Sancar bi peyameke Cejna Remezanê li hemû Misilmanên cîhanê pîroz kirin.

Di peyama xwe de hevserokên HDPê dibêjin: “Di nav şer, pevçûn, dagirkerî, zilm, neheqî, xizanî, pandemî û şert û mercên dijwar de em Cejna Remezanê ya 2021an bi dilekî xemgîn pêşwazî dikin. Li her aliyê cîhanê zalimên zordest, ji bo berjewendiyên xwe hemû nirxên mirovahiyê binpê dikin. Dixwazin zilm û tarîtiyê pêl bi pêl belav bikin û text û tacê xwe yê zordestiyê qayîm bikin. Li şûna biratiyê dijminahiyê, li şûna aştiyê şer, li şûna yeksaniyê stemkariyê li ser gelan ferz dikin.”

Hevserokên HDPê diyar dikin ku ruhê cejnan ruhê aramî, aştî, piştgirî û piştevaniyê ye û dibêjin: “Ruhê biratî, dostanî û yeksaniyê ye. Em ê vê Cejna Remezanê jî, bi ruhê wê û wateya wê ya rasteqînî pîroz bikin. Di Cejna Remezanê ya îsal de em, piştgirî û piştevaniya xwe xurt bikin û li dijî neheqî, zilm û zordariyê têkoşîna xwe ya heq û edaletê bilind bikin.”

Di beşeke din a peyama xwe de Buldan û Sancar dibêjin: “Cografyaya me wekî baxçeyê gelan, baweriyan û cudahiyan e. Nirxên qedîm ên mirovahiyê dewlemendiya me ya herî mezin e. Di vê cejnê de jî hêvî û daxwaza me ew e ku, li welatê me û li temamî cîhanê hemû duayên ji bo aştî û aramiyê, biratî, yeksanî, azadî û tenduristiyê tên kirin, biqebilin. Cejna Remezanê bibe wesîleya şîfaya xêrê ji bo hemû nexweşan û rojên xêr û bereket ji bo gelê me û temamî mirovahiyê.”

Buldan û Sancara hêviyên xwe wiha anîne ziman: “Bi hêviya ku ewrên reş ên li ser gelê me û mirovahiyê belav bike û bibe wesîleya rojên xweş û ronak, Cejna Remezanê li gelê me û li hemû Misilmanan pîroz û bimbarek be. Em hêvî û daxwaz dikin ku Cejna Remezanê ya îsal yekîtî, piştgirî û hevgirtina me xurt bike û aramî, azadî, xweşî, silametî û aştiyeke birûmet û mayînde bîne.”

Rudaw


Top