• Saturday, 29 June 2024
logo

Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi rêya telefonê cejna zarokên sêwî pîroz kir

Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi rêya telefonê cejna zarokên sêwî pîroz kir
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi rêya çend pêwendiyên telefonî, cejna Remezanê li hejmarek zarokên sêwî û xizmên wan pîroz kir.

Piştî ku di meha Remezana pîroz de Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî di çarçoveya projeya Çavdêriya Azîzan de bi qasî 13 milyon dolar weke diyarî û eydanî bi ser zêdetirî 15 hezar zarokên sêwî de li seranserê Herêma Kurdistanê dabeş kir, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî destxweşî li rêveberên projeya Çavdêriya Azîzan a Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî kir, ku bi alîkariya Heyva Sor a Îmaratê û hinek sermayedarên Kurdistanê hat encamdan.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî hêviya xwe anî ziman ku ev proje berfirehtir bibe, ku hemû zarokên sêwî û azîz, bi taybetî zarokên şehîdan li xwe bigre. Herwiha ji bilî alîkariya madî, aliyê perwerdeya zarokan jî li xwe bigre û zarok bi hizra niştimanperwerî û mirovdostî werin perwerdekirin.

Piştre Serokwezîr bi rêya çend pêwendiyên telefonî, cejna Remezanê li hejmarek zarokên sêwî û xizmên wan pîroz kir.

Top