• Saturday, 29 June 2024
logo

Sivîkatîkirina li hemberî Ala Kurdistanê bû cihê nerazîbûnê

Sivîkatîkirina li hemberî Ala Kurdistanê bû cihê nerazîbûnê
Sivîkatîkirina li hemberî Ala Kurdistanê ya rojnameya Yenî Şafakê li Tirkiyê, ji aliyê bikarhênerên medyaya civakî ve hat protestokirin.

Gotinên heqaretker ên rojnameya Yeni Şafakê di derbarê Ala Kurdistanê de bû sedema nerazîbûnê li ser medyaya civakî. Gelek bikarhênerên medyaya civakî bi tundî bersiv dan wê helwesta rojnameyê ya "zimanê nefretê".

Yair Netanyahu, Kurê Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyauhu, daxuyaniya Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan a di derbarê Filistînê de li ser Twitterê bi wêneyê Ala Kurdistanê şîrove kir.

Rojnameya Yeni Şafakê, şîroveya Yai Netanyahu bi sernavê "bersivek rezîl” weke nûçe belav kir û di nûçeyê de jî sivîkatî li Ala Kurdistanê kirk u yek ji sembol û nirxên herî pîroz e ji bo Kurdan.

Rojnameya ku di derheqê Ala Kurdistanê de gotinên heqeretî yên wekî "qaşo" û "kincir" bikar anî, li ser medyaya civakî bikarhêneran nerazîbûn nîşan dan. Gelek bikarhêneran ligel haştaga "#Yenişafakpaçavra" bertekên xwe anîn ziman.

Endamê Lijneya Damezrêner a Partiya DEVAyê Ahmet Faruk Unsal yek ji wan kesan bû ku nerazbûna xwe li ser Twitterê nîşan da û got: “Yeni Şafak, ku Îsraîlê bi nîjadperestiyê tawanbar dike, di nijadperestiyê de bi wan re dikeve pêşbaziyê.”

Ahmet Faruk Unsal herwiha got: “Eger wiha be, Recep Tayyip Erdogan dema ku Barzanî diçe Enqerê, kincir didane li ser avahiya Serokomariyê. Di hilbijartina herî nêz de, gelê me dê wan kesên ku vî zimanê nefretê bikar tînin û diparêzin biqewitînin.”

Rojnamevan İlhami Işık, visorêwirmendê Serokê Giştî yê Partiya Pêşerojê, got, ”Hûn çi rezîl in. Wî bertek nîşanî gotina "Tu rag î" da.

Rawêjkarê Serokê Giştî yê Partiya Paşerojê rojnamevan Îlhamî Işik jî got: “Hûn rojnameyeke rezîl in. Hûn in kincir.”

Nivîskar Serbest Ferhan Sindî jî, ku heştaga #Yenişafakpaçavra bikar anî, got, "Ji bo neviyên Selahedîn, îro roja wê yekê ku em xwedî li al û rûmeta wan xwedî derbikevin.. Divê Yenişafak zanibe ku ew nikare heqaretê li neteweya Kurdistanê bike. Mafê kesî tune ye ku heqaretê li Kurdan bike.”

Serbest Ferhan Sindî herwiha sernavên rojnameyê yên ku pêştir gelê Kurd û Herêma Kurdistanê dike hedef parve kir û ew weke rojnameyeke dijî Kurdan pênase kir û got: “Em qirêja te ya li hemberî Kurdan baş nas dikin.”

Rudaw
Top