• Saturday, 29 June 2024
logo

Serok Barzanî hêvî dike cejn bibe sedema dawî anîn bi nexweşiyan

Serok Barzanî hêvî dike cejn bibe sedema dawî anîn bi nexweşiyan
hêviya tendirostiyê bo her kes dixwaze.
Peyameke pîrozbayî pêşkêş kir.

Bi minasebeta hatina cejna Remezanê Serok Barzanî peyameke pîrozbayî pêşkêşî raya giştî kir û ev jî naveroka peyamê ye;

Bi navê xwedê mezin û dilovan

Bi minasebeta hatina cejna Remezana pîroz, gerimtirîn pîrozbayî pêşkêşî tevahiya misilmanên Kurdistan, Îraq û cîhanê dikim.

Pîrozbayiyên gerim pêşkêşî malbetê serfiraz yên şehîdan, pêşmergeyên qehreman û tevahiya çînên herêma Kurdistanê dikim.

Daxwaz ji xwedê mezin dikim ku niza û rojûyên tevahiya misilmanan qebûl bike, hêvî dikim ev cejn bibe sedema dawî hatina nexweşiyan, wêrankariyan û vegerandina aramiyê bo tevahiya mirovatiyê.

Hêviya xêr û xweşî û tendirostî bo tevahiya aliyan dixwazim.

Mesûd Barzanî

12ê Gulana 2021an
Top