• Saturday, 29 June 2024
logo

Tirkiye: Emê Şingal û Mexmûr jî paqêj bikin

Tirkiye: Emê Şingal û Mexmûr jî paqêj bikin
dibêje bi hevkarî li gel Îraqê emê Mexmûr û Şingal jî paqêj dikin.


Dibêje operasiyonên me yên dijî PKKê berdewam dibin.

Îro wezîrê berevanî yê Tirkiyeyê Xilûsî Akar serdana bajarê Şirnexê ya li Bakûrê Kurdistanê kir.

Akar di serdana xwe de behsa operasiyonên Tirkiyeyê yên li dijî PKKê kir û ragihand ku operasiyonên me yên li dijî pkk berdewam dibin.

Akar herwiha diyar kiriye ku vê bi hevkarî li gel birayên xwe yên Îraqî, emê Şingal, Mexmûr û Qendîl jî paqêj bikin û rê nedin ku PKK hebûna xwe li wan deveran bidomîne.

Top