• Wednesday, 26 June 2024
logo

BILANÇO – ‘65 Filistînî û 7 Îsraîlî hatine kuştin’

BILANÇO – ‘65 Filistînî û 7 Îsraîlî hatine kuştin’
Li Xeza û Qudsê şeva borî careke din şer û alozî berdewam bûn, asmanê Xeza ji ber mûşek û teqînan ronak bû, roket ber bi Îsraîlê ve hatin avêtin, Îsraîlê jî bersiva wan rokêtan da. Herwiha rayedarên Filistînî dibêjin k di êrişên hewayî de 17 jê zarok, herî kêm 67 kes hatine. Di êrîşa roketî ya komên çekdar ên Filistînî de jî 6 Îsraîlî hatin kuştin.

Di navbera Îsraîl û Filistînê de şeva borî jî şer û alozî hebûn.

Artêşa Îsraîlê ragihand ku şeva borê bankek Hamasê û navendek ku ji bo armancên îstîxbaratî dihatin bikaranîn di dema êrişa hewayî ya li ser Xezeyê de hate hedefgirtin.

Di daxuyaniyê de, her wiha hat destnîşankirin ku heya niha 7 kes hatine kuştin, yek ji wan leşker e û Hamasê di 3 rojên dawî de ji 1500î zêdetir roket avêt.

Li gor daxuyaniya artêşa Îsraîlê, fermandeyê leşkerî yê Hamasê Basem Îsa di nav wan kesan de ye ku di êrişên hewayî de hate kuştin.

Rayedarên li Xezayê ragihandin, ji dema ku şer û aloziyan destpê kiriye û heya niha 65 kes, di nava wan de çend serkirdeyên Hemas hatine kuştin.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu jî di konferanseke rojnamevanî de ragihand, tişta ku li Îsraîlê çêdibe di van rojên dawiyê de nayê qebûlkirin û nabe bi çi sedemekê be Ereb ji aliyê Îsraîliyan ve bêne kuştin, herweha nabe bi heman awayî û bi çi sedemekê be, Îsraîlî ji aliyê Ereban ve bêne kuştin.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu wiha axivî:

“Tişta ku li Îsarîlê çêdibe di van rojên dawiyê de nayê qebûlkirin. Me dît ku Erebên ku tevlîheviyê çêdikin, agir berdane dêr, otombîl û êrîşî polîsan dikin, ziyanê digihînin kesên bê guneh û sivîl. Ev tiştekî ku nayê qebûlkirin. Ev tevlîhevî ye û ti sedem û hêncetek jê re nîne. Ezê tiştekî din jî bêjim, nabe bi çi sedemekê be Ereb ji aliyê Îsraîliyan ve bêne kuştin, herweha nabe bi heman awayî û bi çi sedemekê be, Îsraîlî ji aliyê Ereban ve bêne kuştin. Em li vê yekê naborin. Em dê rêveberî û kontrola Îsraîlê li her cihekî vegerînin, li hemû bajaran, li bajarên têkel û yên Cihûyan, li her cihî.

Em li ser du bereyan şer dikin. Bereyek li dijî Hemas û em hemû yekgirtî ne, Hemas rokêtan diavêje û li Cihû û Ereban bihevre dixe. Bila em yekgirtî bin ji bo ku em erkê xwe weke welatiyên vî welatî bicih bikin, ji bo ku em kontrolê vegerînin û tevlîheviyê bidawî bînin. Em ewlekarî û aştiyê biparêzin.”

Li gorî agahiya ku ji hêla yekîneyên tenduristiyê yên Filistînê ve hatine ragihandin, di êrişên ku li Xezeyê hatin kirin de hejmara miriyan gihîşt 67an ku 17 ji wan zarok in.

Hamas û komên din ên Filistînî bi roketan Tel Aviv û hin bajarên bakur hedef girtin, nemaze bajarên nêzîkê Xezayê li Îsraîlê.

Di êrîşa roketî ya ku ji aliyê Hamas ve hat kirin de, li apartmanek li bajarê Petah Tikva hate xistin.

Ajansa AFP ragihand ku bi kêmî ve 7 Îsraîlî di êrîşên roketî de hatin kuştin, di nav wan de zarokek 6 salî jî heye.

Rudaw
Top