• Wednesday, 26 June 2024
logo

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê cejn bi awayekî sînordar tê pîrozkirin

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê cejn bi awayekî sînordar tê pîrozkirin
Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê Saziya Rêveberina Karûbarên Olî biryar da ku nimêja cejnê li mizgeftan bê kirin, lê di bin rênimayên xweparastina ji coronayê de. Bi awayekî giştî, qedexeya çûnûhatinê hem ji bo nava bajaran hem jî di navbera bajaran de berdewam e û hemû rengê pîrozbahiyên qerebalix ên cejnê û seredana di navbera malbatan de jî hatiye qedexekirin.

Cejna Remezanê li bajarên Bakurê Kurdistanê di bin siya qedexeya derketina derve ya seranseri de hate pêşwazîkirin. Di roja yekem a cejnê de aelebalixiya herî zêde li mizgeftan bû.

Li Mizgefta Mezin û dîrokî ya Amedê ku weke yek ji 5 cihên herî pîroz ên ola îslamê tê naskirin, ji ber coronayê beşdariya xelkî ya nimêja cejnê jî li gorî salên beriya coronayê ji sedî 85 kêm bû.

Waliyê Amedê Munîr Karaloglu got: “Mixabin em bi neçarî cejna xwe li gorî tedbîrên coronayê pêşwazî dikin. Di dema qedexayan de em giringiyê bi tedbîran bidin piştî 17ê mehê dema qedexe rabûn dê jiyan ew qasî zûtir asayî bibe. Em dubare daxwazê ji hemwelatiyên xwe dikin ku pabendî tedbîran bibin.”

Di van salên dawiyê de pîrozkirina cejnê, serdana malbatan, kes û karan, li bajarên kurdan gelek kêm bûye. Îsal ji ber qedexeya çûn û hatinê jî bêdengiya li kuçe û kolanên bajarên kurdan jî zêdetir bûye.

Rûniştvanê Amedê Cîhat Toprak dibêje: “Geryan tine û êdî merivantî jî nema. Seredana malbatan û kesûkeran jî tine. Em nikarin biçin seredana”

Rûniştvanê Amedê Edîp Esvet jî got: “Em li mal bûn me zanî ku nimêja cejnê dê were kirin. Em çûne mizgefta Hezretî Silêman lê me dît ku ew der girtiye em jî ji bo nimêjê hatine vê mizgeftê.”

Rûniştvanê Amedê Mihemed Çîftçî jî anî ziman: “Gerandin tine û kes naçe mala kesê ji ber ku nexweşî heye.”

Bêdengiya li Amedê li Enqerê zêdetir e. Murat Yildirim karmendekî paqijiyê ye li Şaredariya Enqerê û ew di cejnê de kar dike û ji jibilî hebûna wî û çend seyareyên nanfiroşan kolan vala ne.

Karmendê Paqijiyê li Şaredariya Enqerê Murat Yildirim jî got: “Paqijî gellek girîng e bi taybetî di vê nexweşiyê de me giringiya paqijiyê baştir zanî. Ez berdewam li ser karê xwe me ez paqijiyê dikim. Ez cejna herkesî pîroz dikim bila herkes li malên xwe bin em ê xizmeta wan bikin.”

Qedexe ku dê her sê rojên cejnê jî berdewam be, kar û derbara xelkî têk daye û şofêrên teksîyan ku pêştir di cejnan de karekî baş dikirin di vê cejnê de karê wan jî kêm bûye.

Şofêr Metin Alkan jî dibêje: “Li gorî cejna borî karên me derdora ji sedî 70 kêm bûn. Çi kar nîne, ez cejna herkesê pîroz dikim.”

Di sê rojên cejnê de ji bo parastina rêkarên coronayê û rewşa asayîşê bi giştî 95.948 endamên asayîşê kar dikin. Li nav bajaran 6.84 di navbera bajaran de jî 7251 xalên pişkînên hatine danan.

Rudaw
Top