• Wednesday, 26 June 2024
logo

Pêşmerge amade ye bi hêzên Iraqî re operasyonan li dijî DAIŞê bike

Pêşmerge amade ye bi hêzên Iraqî re operasyonan li dijî DAIŞê bike
Berpirsê Fermandariya Pirdê û Rojavayê Kerkûkê ya Hêza Pêşmerge ragihand, wan bi aşkere ji hêzên Iraqî re gotiye, ew amade ne bi hevbeşî operasyonan li navçeyên DAIŞ lê heye encam bidin, bi mercê her cihê Pêşmerge bigire, jê venekişe, lê heta niha wan bersiv nedaye.

Berpirsê Fermandariya Pirdê û Rojavayê Kerkûkê ya Hêza Pêşmerge Nûrî Heme Elî ji K24ê re got: “Wek Pêşmerge, me amadehiya xwe ji artêşa Iraqê re nîşan daye ku odeya operasyonan ava bikin û bi awayê meydanî bi hev re kar bikin. Me berê ji Fermandarê Hêzên Iraqê li Kerkûkê Seîd Recep re gotiye ku em wek hêzên Pêşmerge amade ne li kû derê metirsiyê hebe em biçinê, lê belê bi şertê ku cihên em kontrol bikin em jê venakişin.”

Nûrî Heme Elî got jî: “Me ji du salan ve hişyarî derbarê şaneyên razayî yên daye, wê demê berpirsên leşkerî yên Iraqê digotin ku DAIŞ hatiye şikandin. Niha eger artêşa Iraqê bi pêş ve neyê û hevahengiyê bi hêza Pêşmerge re neke, DAIŞ dê pêgeha xwe berfireh bike û dê ziyanên zêdetir bikin, ji ber wê ji niha ve pêwîstiya rewşê bi kontrolê ve heye.”

K24
Top