• Wednesday, 26 June 2024
logo

Konsulên li Kurdistanê cejna Remezanê pîroz kirin

Konsulên li Kurdistanê cejna Remezanê pîroz kirin
Di roja yekem a Cejna Remezanê de konsulxaneya Îranê, Kuweytê, Urdunê û Filistînê yên li Herêma Kurdistanê pîrozbahî li misilman kirin û hêvî xwestin ku rewşa tendirustî ku niha li seranserî cîhanê ji ber coronayê xirabe, vegere rewşa xwe ya asayî.

Li Herêma Kurdistanê wekî tevahiya alema îslamê, îro yekem roja cejna Remezanê ye û di çarçoveya tedbîrên li dijî Coronayê de cejn tê pîrozkirin.

Ji bo liberçavgirtina rewşa xelkê, li Herêma Kurdistanê asankarî hatiye kirin û qedexeya çûn û hatinê hat rakirin, lê li Iraqê tevî qedexeyê, rêûresm birêve çûn.

Kurdistanê îro bi rêkarên xweparastinê yên pandemiya Corona, nimêja cejna Remezanê hat

Konsulxaneya Îranê, Kuweytê, Urdunê û Filistînê yên li Herêma Kurdistanê bi rêya Tora Medyayî ya Rûdawê Cejna Remezanê li misilmanên herêmê û hemû cîhanê pîroz kirin.

Nesrulla Reşnûdî: Em hêvî dikin cejin xêr û xweşiyê bixwe re bîne




Konsulê Îranê yê Herêma Kurdistanê Nesrulla Reşnûdî, ji Rûdawê re ragihand ku ew hêvî dikin di vê cejnê de Xwedayê mezin xêr û bereketa xwe, di vê roja pîroz de li ser hemûyan bibarîne û nexweşiya coronayê jî bi dawî bibe û xelk ji vê rewşê rizgar bibe

Nesrulla Reşnûdî got jî ew hêviya jiyaneke aram û ewleh ji bo xelkê Iraq û Herêma Kurdistanê dixwaze.

Konsulê Îranê yê li Herêma Kurdistanê Nesrulla Reşnudî wiha got: “Bi vê cejna pîroz a Remezanê, pirozbahiyê arasteyî hemû misilmanan, xelkê birêz ê Iraq û Herêma Kurdistanê, serokeşîran, serokên partiyan û hemû xelkê birêz yê Kurdistanê dikim. Herwiha pîrozbahiyê li welatiyên Îranî yên li Herêma Kurdistanê akincî û civaka rewşenbîr, mamosteyan û xwendekaran dikim. Hêvîdar im Xwedayê mezin xêr û bereketa xwe, di vê roja pîroz de li ser hemûyan bibarîne. Hêvîdar im nexweşiya şewba coronayê jî bi dawî bibe û xelk ji vê rewşê rizgar bibe. Ligel vê cejna pîroz jî hêvîdar im nexweş zû baş bibin. Hêviya jiyaneke aram û ewleh ji bo xelkê Iraq û Herêma Kurdistanê dikim"

Nezmî Hezûrî: Hêviya siberojeke baş dûr ji hemû nexweşiya dixwazim




Konsulê Giştî yê Filistînê yê li Hewlêrê Nezmî Hezûrî ji Rûdawê re ragihand, di meha Remezanê de fêrî wê yekê dibin ku hest bi xelkê din bikin û alîkariyê bikin, û hêviya siberojeke baş dûr ji hemû nexweşî û pandemiya Korona xwest.

Hezûrî pîrozbahî li serok û hikûmeta Kurdistanê kir û hêvî xwest ku bi xêr û xweşî li hemû cîhana Erebî û Îslamî vegere.

Konsulê Felestîn yê li Hewlêr Nezmî Hezûrî got: “Em bi hevre pêşwaziyê li cejna Remezanê ya pîroz dikin, cejna xweşiyê, xweşiya Misilmanan, di Remezanê de em fêr dibin ku hest bi kesên din bikin û alîkariya wan bikin, bi pêwendiya di navbera xizm û dostan de dibin. Bi piştevaniya Xwedê, siberojekê baş dûrî pandemiya Corona li benda me ye, ji bo ku hemû mirovayetî di asayîş, tendirustî û xweşiyê de bijîn. Ez pîrozbahiyê li serok û hikûmet û xelkê Kurdistanê dikim, her bi xêr û xweşî û bereket be bo herdû gelên Erebî û Îslamî. Herweha geşekirina zêdetir, pêşketin, asayîş û bicîbûna daxwaziyan ji bo gelê me li Herêma Kurdistanê bidest bixe.”

Konsulê Kuwêtê: Cejna Remezanê li gelê Kurdistanê pîroz dikim




Konsulê Giştî yê Kuwêt li Hewlêrê Omer Ehmed Kinderî di peyamekê ji bo cejna Remezanê bi rêya Rûdawê, cejna Remezanê li gel û hikûmeta Herêma Kurdistanê pîroz kir, û hêvî xwest ku xweşî, tendursitî, ewlehî, aramî li Herêma Kurdistanê bi xwe re bîne.

Omer Ehmed Kinderî got jî, ji dema ku wan konsulxaneya xwe di sala 2015an de li Herêma Kurdistanê vekirye, xelkê Kurdistanê bi berdewamî bi germî pêşwazî li wan kiriye û behsa wê yekê kir ku gelek xalên hevbeş di navbera herdû aliyan de hene û hêvî xwest ku Herêma Kurdistanê pêşketineke zêdetir jî bi xwe bibîne.

Konsulê Giştî Kuwêt li Hewlêrê Omer Ehmed Kinderî wiha axivî: “Ez dixwazim bi vê helkeftê pîrozbahiyeke germ pêşkêşî gelê Komara Iraqê û gel û hikûmeta Herêma kurdistanê bikim, bi taybetê bi helkefta hatina cejna xweş a Remezanê, hêvî dikim ji Xwedayê mezin, ev cejin, xweşî, tendursitî, ewlehî, aramî û geşekirinê bo herêma kurdistanê û gelên wê bi xwe re bîne. Herwiha daxwazê ji Xwedayê mezîn dikim, ku vê nexweşiya Covid 19e ku cîhan girtiye ber xwe, nehêle. Hêvî dikim bi piştevaniya xwedê, em hemî bikaribin bi rêka hevdengiya navdewletî, vê petayê ji nav bibin. Bê guman pêywendiyên me li gel Herêma Kurdistanê bi awayekî taybet gelek cuda ye, ji wê dema ku me konsulxaneya xwe ji sala 2015ê ve vekiriye, me hewla hevdengiyê di hemî waran da li gel hikûmeta Herêma Kurdsitanê daye. vê helkeftê bi derfet dizanin, ku spasiya hikûmeta Herêma Kurdistanê bikin, ji bo ew hemî alikariyên ku pêşkêşî me kirin, baş mêvandariya me kirin. Herwiha gelê resen ê Kurd, ji wê dema ku em li virin, her dem bi germî, ji me pêşwazî kirine.”

Omer Ehmed Kinderî da zanîn kudDewleta Kuwêtê bi hikûmet û gelê xwe ve, xwedî peywendiyeke kevin, bi hêz û bingehîn li gel Herêma kurdistanê û gelê Kurd heye û wiha pê de çû: “Xalên me yên hevbeş gelek hene ku me li hev kom dike. Konsulxaneya me jî, hewl daye, wê peywendiyê bi hêztir bike. Bi hevkariya xwedaye mezin, me kariye rola xwe bi cih bînin, ji bo piştgirîkirina birayên xwe li Herêma Kurdistanê û kêmkirina giraniya krîza aware bûne, ku pêk tê ji hatina bi hezaran penaberan bo Herêma Kudistanê. Me helmeteke girîng jî encam daye bi rêka helmeta, bo pêşkêşkirina alikariyan. Herwha bi rêka rêkxistina cîhanî ya ji bo rastî hatina coronayê em hevkar bûne. Di dawiyê de hêviya tendursitiyê bo her kesî dixwazin, hêvî dikin Herêma Kurdistanê pêşketineke zêdetir bi xwe ve bibîne. Spasiya Rudaw jî dikin ku berdewam di çalakiyên me da li gel me dibe û rijd e li ser bihêzkirin û girîngîdanê bi wê peywendiya baş a ku di navebra Kuwêt û Herêma Kurdistanê de heye.”

Konsulê Urdinê: Ez hêviya siberojeke geştir û baştir dixwazim




Konsulê Giştî yê Urdinê li Hewlêrê Ebdulrehman Yûsif Hesen jî cejna Remezanê li xelkê Kurdistanê pîroz kir û got, ev hêvî dike ku cejna bê corona nemabe û hemû kes selamet û tendriust bin, hêviya siberojeke geştir û baştir xwest. Amaje bi wê yekê jî da, Kurdistan di aramî û ewlekariyê de bimîne.

Konsulê Urdinê yê li Hewlêrê Ebdulrehman Yûsif Hesen jî bi rêya Rûdawê hiha peyama xwe ya Cejna Remezanê da: “Cejna we pîroz be, ez kêfxweşim bi boneya Cejna Remezanê pîrozbahiyê li xelkê Herêma Kurdistanê bikim. Ez bi hêvî me ku cejin li xelkê Iraqê û di nava wan de, xelkê Kurdistanê bi xêr û bereket vegere. Ez dixwazim bi vê boneyê spasiya xelkê Herêma Kurdistanê bikim li ser wê pêşwaziya wan û wan hestên ciwan ku ji me re nîşan didin. Îsal cejin careke din di dema corona de tê, ku rê li ber dîtina malbat û dostan girt. Ez bi hêvî ku ev bone careke din vegere û pandemiya corona bidawî hatibe. Bi hêvî me xweşiya cejnê careke din vegere û her kesek bi selamet û tendirust bimîne. Ez daxwaza siberojeke geş û baş ji xelk û serkirdeyên Kurdistanê re dixwazim. Bi hêvî me Herêm her di aramî û ewlekariyê de bimîne.

Rudaw
Top