• Wednesday, 26 June 2024
logo

QSD: Li Dêrazorê 39 çete hatin girtin

QSD: Li Dêrazorê 39 çete hatin girtin
dest bi ser hijmareke zêde çekan de jî hatiye girtin.




QSD’ê ragihand ku îro serê sibehê li bajarokê Şihêl ê Dêrazorê li dijî şaneyên çeteyên DIŞI’ê operasyonek li dar xistine û 39 çete hatine girtin. QSD’ê da zanîn ku çeteyan amadekarî dikir ku di cejnê de êrişên terorî pêk bînin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) têkildarî operasyona xwe ya vê sibê ya li bajarokê Şihêl ê Dêrazorê agahî parve kirin. QSD’ê ev agahî dan zanîn:

“Îro (13.05.2021) di saetên sibê de li bajaroka Şihêl a girêdayî Dêrazorê, li hember şaneyên DIŞI’ê ku dixwestin di cejnê de êrişên terorî li dar bixin, operasyonek hat lidarxistin. Di encamê vê operasyonê de 39 çete hatin girtin. Her wiha çek û amûrên bi wan re hatin desteserkirin.”

Ji anhayê hatiye wergirtin.
Top