Kurê Serokwezîrê Îsraîlê: Dawî li dagirkirina Kurdistan û Qibrisê bînin
![Kurê Serokwezîrê Îsraîlê: Dawî li dagirkirina Kurdistan û Qibrisê bînin](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/578357Image1.jpg )
Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan Îsraîlê wek dewleteke dagirker binav kir. Li ser vê yekê Yaîr Netanyahu kurê Serokwezîrê Îsraîlê li ser hesabê xwe yê Twitterê bang li Tirkiyê kir û got “Dawî li dagirkirina Kurdistan û Qibrisê bînin.”
Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan roja Şemiyê Îsraîlê wek dewleteke terorîst binav kir. Roja Duşemê Erdogan bi rêya teelfonê bi serokwezîrê Filistînê Mehmud Ebbas û serokê Hamasê Îsmaîl Heniye re hevdîtinek pêk anî.
Piştî hevdîtina telefonê Hamasê nêzikî 100 roket avêt aliyê Îsraîlê û piraniya wan roketan ji aliyê sistema berevaniya Îsraîlê ve hat têkbirin.
Li ser avêtina roketan Hêzên Esmanî yên Îsraîlî êrişî Filîstinê kirin û di encamê de jî herî kêm 20 kesan jiyana xwe ji dest dane ku di nav wan de 9 zarok hene.
Rudaw