• Wednesday, 26 June 2024
logo

3 pasdarên Îranî hatin kuştin

3 pasdarên Îranî hatin kuştin
3 endamên aliyeke Kurdî jî canê xwe ji dest dane.

Li nêzî Selmasê pevçûn çê bûye.
Li gor nûçeyeke navenda mafên mirovan ya Hengawê, duhê sêşem li dola Exlbûb ya li nêzî Selmasê li Rojhilatê Kurdistanê, pevçûn di nava tîmeke 4 kesî ya ser bi partiyeke Kurdî û spaha pasdaran ya Îranê de qewmiye.
Di encama peçûna han de 3 pasdarên Îranî hatine kuştin û çend pasdar jî birîndar bûne.
Hengawê ev yek diyar kiriye ku 3 ji wan 4 kesên ser bi aliyeke Kurdî jî di pevçûnê de canê xwe ji dest dane û çarenivîsa yek ji wan jî nediyare.
Heta niha ti aliyeke Kurdî ev yek diyar nekiriye ku gelo endamên kîj alî di pevçûna han de beşdar bûne.
Top