• Wednesday, 26 June 2024
logo

NY: Belgeyên bawermend di destê me de hene

NY: Belgeyên bawermend di destê me de hene
dibêje çekên xwe yên kîmiyayî li ser kesên girtî cerbandine.


Dibêje Êzidî ji aliyê DIŞIê ve hatine komkujîkirin.

Serokê tîma lêkolînên ser tawanên DIŞIê ya Netewên Yekgirtî ragihand ku piştî lêkolîn û lêpirsînan belgeyên pişrast kirî û bawermend ketine destê wan.

Tîma NY herwiha diyar kiriye ku li gor belge û dokomêntên han, hatiye îsbatkirin ku terorîstên DIŞIê li dijî Êzidiyan tawanên dijî mirovatî pêk anîne û Êzidî komkuj kirine.

Di berdewamiya raportê de hatiye diyarkirine ku DIŞI xwedan bernameyeke kîmiyayî bûye û madeyên kîmiyayî yên ku ji aliyê DIŞIê ve hatine çêkirin ji aliyê terorîstên DIŞIê ve li ser kesên girtî hatine cerbandin.

Di beşeke din ya raportê de hatiye diyarkirin ku heta niha 6 raport bi vîdo, belge û dokomêntên piştrast kirî radestî civata ewlekariya NY hatine kirin.
Top