Nêçîrvan Barzanî daxwaza aştî û çareseriya siyasî dike
Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî derbarê aloziyên navbera Felestîn û Îsraîlê de twittek nivîsandiye.
Nêçîrvan Barzanî di twitta xwe de nivîsandiye: Mixabin tundûtîjî dîsa zêde bûne, cîhên pîroz, jin û zarok hatine armanckirin, lazime êrîş û alozî werin rawestandin û rewş were aramkirin.
Barzanî herwiha nivîsandiye: Lazime bi rêyaên siyasî û aştiyane kêşeyên heyî werin çareserkirin.