• Wednesday, 26 June 2024
logo

Xelkê Amedê dixwazin peykerên qeyûm danîne bêne rakirin

Xelkê Amedê dixwazin peykerên qeyûm danîne bêne rakirin
Şaredariya Bajarê Mezin ê Amedê ku ji aliyê Walîtiya Amedê ve weke qeyûm tê birêvebirin li ser rêya Balafirgeha Amedê ji bo nasandina zebeş û qedayîfa navdar a Amedê hin peyker bi cih kirin. Di nava peykerê zebeşa Amedê de zarokek jî hate sembolîzekirin. Yên ku ev zarok şibandin Serokê Koreya Bakur Kîm Yung-Un û yên ku ew şibandin sextekarekî navdar ê bi navê Tosuncuk jî hebûn. Xelk dibêje ev peykerên ku bi neşirînî hatine çêkirin li hemberî bajarê Amedê sivîkatîkirin e û dixwazin ev peyker bêne rakirin.

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li ser rêya Balefirgeha Amedê ya Navneteweyî, di çarçoveya xebatên xweşikirin û şînkirina hawirdorê bajêr de çend peyker danîn.

Yek ji van peykeran jî ya zebeşê bû ku Amed bi zebeşa xwe navdar e. Lê wêneyê zarokê di nava zebeşê de bû rojeveke sereke. Li ser torên civakî bi hezaran kesan nerazîbûn nîşan dan û xwestin ev peyker bê rakirin.

Kesên ku zarokê di nava zebeşê de şibandin Serokê Koreya Bakur Kîm Yung, yên ku şibandin Ban Kîmon û yên ku şibandin sextekarê navdar ê bi navê "Tosuncuk" ku bi milyonan dolar pereyê xelkê xwaribû.

Beşek ji peykersazên Amedê jî dibêjin ev sembol ji rastiya bajêr dûr e û di aliyê hunerî de jî ji xweşikbûn û bedewiya hunerê dûr e.

Peykersaz Gokhan Aslan got: “Ger em rastiyê bibêjin; ger bi kesekî re bi qasî misqalekî nêrîna estetîk û bedewiyê hebe, peyker û sembolên wiha divê li cihekî navendî yê Diyarbekirê nedanîna.”

Peyker û sembolek jî tam li ber Balafirgeha Amedê hate danîn. Şaredariya Amedê xwest bi vî peykerî qedayîfa navdar a Amedê bide naskirin. Lê cil û bergên ew peykerê sêniya qedayîfê di dest da jî rastê nerazîbûnê hat. Beşeke mezin ê welatiyan dibêjin ne qedayîf û ne jî cil û bergê peyker naşibe yê Amedê.

Welatiyê Amedî weke Xalê Kemal tê naskirin jî dibêje: “Ez vê dibînim, ev ne yên Amedê ne kî. Ez nizanim ên ku derê ne, lê ev ne yên Amedê ne. Esas divê ev şewqe hebûya. Şewqeyê heşt goşeyî. Binêre divê şewqe hebe, cakêt hebe, kefî hebe, çil pişkok hebûna, pişta ecem hebûya, zincîr hebûya. Şal piranî şîn in, pêlav jî şîn in. Divê li hev bên ne wisa qurban?”

Waliyê Amedê Munîr Karaloglu ku di heman demê de qeyûmê şaredariya mezin e derbarê peykeran de daxuyaniyeke nivîskî belav kir. Di daxuyaniyê de tê gotin ew li hemberî rexneyên derbarê peykeran de rêzê digrin. Dema xebatên wan ên bedewkirina hawirdorê bi dawî bû, ew ê weke şaredarî nirxandinek bikin û biryara xwe ya dawî li ser van peykeran bidin.

Rudaw
Top