• Wednesday, 26 June 2024
logo

Wezareta pêşmerge daxuyaniyek weşand

Wezareta pêşmerge daxuyaniyek weşand
dibêje lazime hikûmeta Îraqê gavên pêwîst bavêje.

Dibêje emê bersifeke tund bidin terorîstan.



Wezareta pêşmerge ya Kurdistanê derbarê êrîşên terorîstên DIŞIê de yên bo ser hêzên pêşmerge daxuyaniyek weşand.



Di daxuyaniya han de wezaretê diyar kiriye ku di wan demên dawî de terorîstên DIŞIê êrîşên xwe yên li dijî Kurdistan û hêzên pêşemerge zêde kirine û ev yek jî jiber vê yekê ye ku li hin deveran DIŞI fêde ji lawaziya artêşa Îraqê û valatiya ewlekarî destine.



Wezaretê tekez li ser vê yekê kiriye ku weke hêzên pêşmerge bi ti awayî li hember wan êrîşan bêdeng nabin û bê goman bersifên gelek tund û dijwar bidin wan êrîşan.



Wezaretê diyar kiriye ku bo pêşî girtin ji dubare bûna wan êrîşan pêdivî bi rêkeftineke giştgîr ya ewlekarî li gel artêşa Îraqê heye û lazime di vê warî de artêşa Îraqê jî gavên pêwîst bavêje.



Top