• Wednesday, 26 June 2024
logo

Îsraîl: Hemas bi 1000 mûşekan êrîşî me kiriye

Îsraîl: Hemas bi 1000 mûşekan êrîşî me kiriye
850 mûşek hatine pûçkirin.
Tevahiya mûşekan hatine ji navbirin.

Di çarçoveya aloziyên navbera Îsraîl û Felestînê de, êrîşên du alî yên Hemas û Îsraîlê jî berdewamin.

Di vê çarçoveyê de artêşa Îsraîlê diyar kiriye ku çekdarên Hemasê zêdetir ji hezar mûşek avêtine axa Îsraîlê.

Artêşa Îsraîlê diyar kiriye ku pergala berevaniya asmanî ya Îsraîlê kariye 850 ji wan mûşekan pûç bike û 200 mûşekên din jî nikarîne sînorên Xezeyê derbas bikin.

Di encama êrîşên Hemasê de 5 welatiyên Îsraîlî û di encama êrîşên Îsraîlê de jî 43 Felestînî hatine kuştin.
Top