• Wednesday, 26 June 2024
logo

Osman Ocalan: Mumkun e YNK ji bo razîkirina Îranê operasyonekê li dijî partiyên Rojhilatê Kurdistanê bike

Osman Ocalan: Mumkun e YNK ji bo razîkirina Îranê operasyonekê li dijî partiyên Rojhilatê Kurdistanê bike
Siyasetmedarê Bakurê Kurdistanê Osman Ocalan aşkere dike Îran beramber beşdarkirina Dije Terora YNKê di kuştina Qasim Suleymenî de bêdeng nabe û wê fişarê bixe ser YNK û mumkîne ji bo razîkirina Îranê operasyonekê li dijî Partiya Demokrata Kurdistana Îranê û Komele û partiyên Rojhilatê Kurdistanê birêve bibe.

Birayê Serokê PKKê Abdullah Ocalan ku bi salane li Herêma Kurdistanê dijî ji BasNewsê re axivî û aşkere kir beşdariya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê di kuştina Qasimê Suleymanî de ji bo siberojê baş nîne. Ez wisa pêşbînî dikim YNKê ji bo razîkirina Îranê wê operasyoneke li dijî partiyên Rojhilatê Kurdistanê Komele û Partiya Demokrata Kurdistaan îranê encam bide vê yekê jî wê weke qerebûkirina operasyona Suleymanî û careke din selmandina dostayetiya xwe ji bo Îranê bike.

Herwiha Osman Ocalan dibêje heta niha Amerîkayê derbarê raporta YahooNewsê de ti helwêst destnîşan nekiriye û beşdarîkirina operasyonên wiha û derbaskirina operasyonên wisa wê ne asan be û û Îranê beramber wê raportê bêdeng nabe. Ji ber wê raportê barê kurdan bi taybetî yên YNKê girantir kiriye.

Herwiha rojnamegerê kurd ji Rojhilatê Kurdistanê ku li Amerîkayê dijî ragihandibû: ‘’Gelek kes di nava YNKê de kes fikir li wê yekê neke ku ji bo qerebûkirina wî karû xelkê Rojhilat û Komele û Demokrat bikin qurbanî. ‘’

Basnews
Top