• Wednesday, 26 June 2024
logo

Zêdetir ji 2 hezar donim daristan hatiye şewitandin

Zêdetir ji 2 hezar donim daristan hatiye şewitandin
20 donim bax û rezên şêniyên deverê j şewitîne.
Sedema vê şewatê hîn jî nediyare.

Birêveberatiya Polîsê daristanê li Parêzgeha Silêmanî ragihand ku jiber sedemên nediyar agir ber bûye daristanên devera Mawetê ya li Bakûrê Rojhilatê Silêmanî.

Li gor daxuyaniya han, her çend heta niha sedema agirberbûnê nehatiye zanîn lê di encama bûyera han de herî kêm 2 hezar donim daristanên deverê hatine şewitandin.

Di berdewamiya daxuyaniyê de hatiye eşkere kirin ku jiber ba û herwiha asê bûna deverê hêzên hawar hatinê bizehmet karîne agirê vemirînin û 20 donim rez û baxên şêniyên deverê jî di encama agir berbûnê de şewitîne.

Top