• Wednesday, 26 June 2024
logo

Di êrişa DAIŞê de pêşmergeyek şehîd bû

Di êrişa DAIŞê de pêşmergeyek şehîd bû
Çekdarên DAIŞê navçeya Gulaleyê ser bi Kifriyê êrîşî xaleke sengerê Hêzên Pêşmerge û Heşda Şeibî kirin di encama êrişê de Pêşmergeyek Şehîd bû.

Çekdarên DAIŞê navçeya Gulaleyê ser bi Kifriyê êrîşî xaleke sengerê Hêzên Pêşmerge û Heşda Şeibî kirin di encama êrişê de Pêşmergeyek Şehîd ket û 2 endamên Heşda Şeibî jî bindar bûn.

Fermandarê Lîwaya sêyemîn yê Hêzên Pêşmerge Ehmed Mistefa ji Rûdawê re got “Îşev demjimêr 22:an de DAIŞ li Pirdê Helwaniyê ya Gulalayê êrişî xaleke Heşda Şeibî kiriye. Di êrişê de 2 endamên Heşda Şeibî ji serê xwe û singê xwe birîndar bûne.”

Herwiha Fermandarê Hêzên Pêşmerge Cemal Waranê jî Rûdawê re ragihand “DAIŞ Li Gundê Omerbilî ya ser bi Kifriyê, bi qenas êrişî ser 16emîn lîwaya Hêzên Pêşmerge kir. Di êrişê de Pêşmergeyê ku birindar bûbû li nexewşxaneyê şehîd ket.”

Rudaw
Top