Serok Barzanî: Leyla Qasim jiyana bindestiyê qebûl nekir
Îro pêncşem Serok Barzanî di bîranîna 47mîn salvegera darve kirina Leyla Qasim û hevalên vê ji aliyê rejîma Besê ve, peyamek weşand.
Serok Barzanî di peyama xwe de nivîsandiye: Leyla Qasim mînaka fedakarî û berxwedana keşên Kurde, vê ji ber jiyana şerefmend ya gelê xwe mirin hilbijart û amade nebû jiyana bindestiyê qebûl bike, dev ji hizirên xwe berde û xwe neçemand.
Di bîranîna 47 saliya darve kirina Leyla Qasim û hevalên vê de, ji aliyê rejîma Besê ve, hezaran silav li şehîd Leyla Qasim û tevahiya şehîdên rêya azadiyê bin.