• Wednesday, 26 June 2024
logo

Grûpên çekdar li Efrînê dest danîne ser hejmareke darên zeytûnan

Grûpên çekdar li Efrînê dest danîne ser hejmareke darên zeytûnan
Li gundên Enqelê û Sinarê li Hermêa Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê binpêkirin û tawanên grûpên çekdar berdewam in. Grûpên çekdar li Efrînê dest danîn ser 3500 darên zeytûnan.

Li gorî zanyariyên ku bi destê Rûdawê ketine, li herdu gundên Enqelê û Sinarê yên ser bi nahiyeya Şiyê, ku derdora 500 malbat li wir hene, grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve mal, milk û ajelên welatiyan talan kirine û bac jî li ser wan sepandine.

Ji tevaya nişteciyên wan herdu gundan ku derdora 2 hezar kesên Kurd bûn, tenê 750 kes ji wan mane, û grûpên çekdar 1150 erbên hawirdekirî li wê derê bicih kirin.

Li gorî zanyariyan, gûrpa bi navê “Lîwaya Weqqas” dest daniye ser herdu gundan û ziyanên mezin digihînin welatiyên resen û mal û milkên wan.

Çavkaniyên xwecihî belav kirine çekdarên grûpa Semerqend yên ser bi Tirkiyê ve li gundê Kifir Sifre li nahiyeya Cindirêsê, dest danîne ser 3.500 darên zeytûnan yê xelkê wî gundî.

Rudaw
Top