• Wednesday, 26 June 2024
logo

Şer û pevçûn li Kêste û Çelkê berdewam in

Şer û pevçûn li Kêste û Çelkê berdewam in
Şer u pevçûn li deverên herdu gundên Kêste û Çelkê li nahiya Kanî Masê berdewa ine û ji ber wî şerî, ziyaneke zêde jî gihîştiye bi raz û baxên navçê. Herwiha beşeke zêde ji şaneyên hingiv yên wê navçê şewitîne.

Peyamnêrê Rûdawê Nayif Remezan ji Kanî Masê ragihand ku şeva borî saet 12ê şevê, şerekî giran li derdora Gundê kêste û Çelkê ya kirîstiyan derketiye û artêşa Tirkiyê , navçe topbaran kir û bi helîkopterê jî ew navçe da ber rokêtan.

Derdora Gundê kêste û Çelkê tên topbarankirin û di encama wan topbaranan da, zer û baxên xelkê wê navçê şewitîne.

Nayif Remezan dibêje, kêmtir ji 200 mêeran ma bû ku agir bigehêje nav gunde Kêste, lê ji ber hebûna rêyekê, agir bi gund neketiye.

Ji ber vê sedemê , heya niha li zêdetrî 1600 erd şewat derketiye, her dohî beşeke zêde ya şaneyên hingivîn a xelkê navçê şewitîn, bi taybetî li gundê Kêste ku 26 mal têda bûn û ji wan 26 malan, 15 malan hingiv van bûn û jiyana wan li ser xwedîkirina mêşên hingivîne. Her yek ji wan, xwedî 100 heya 300 şaneyên hingiv bûne .

Bi gotina du gundiyan, ku dohî bo vemirandina agir û rizgarkirina mêş û şaneyên hinvgivîn xwe çûbûne gund, bi çavên xwe şewitîna şaneyên hingivîn xwe ditîne û nekarîne wan rizgar bikin.

Herwiha di encama ew şer û pevçûnên ku li Çiyayê Kêste û çelkê heye, car bi car top û rokêt li derdora gundê Hirorê jî dikevin ,ku gundekî avadanê û 44 malbat têde hene.

Rudaw
Top