• Saturday, 29 June 2024
logo

Projeyeke mezin ya torîstîkî li Sefînê tê cîhbicîh kirin

Projeyeke mezin ya torîstîkî li Sefînê tê cîhbicîh kirin
duhê jî projeyeke mezin li Dihukê ji aliyê Serokwezîr ve hatibû vekirin.


Daxwaz ji kompanî û sermayedaran dikin serî lêdan bikin.

Wezîrê Şaredarî û torîzmê Sasan Ewnî ragihand ku hikûmet biryar daye daku projeyeke mezin ya torîstîkî weke projeya çiyayê Zava ya li Dihukê ( teleferîk) li ser çiyayê Sefînê were çê kirin.

Sasan Ewnî eşkere kiriye ku ev proje vê li Şeqlawayê bo ser çiyayê Sefînê were çêkirin û daxwaz ji Sermayedar û kompaniyên ku dixwazin di projeyê de beşdar bin anjî projeya han cîhbicîh bikin, dikin ku serî li wezareta şaredarî û torîzmê ya Kurdistanê bidin.

Nav hatî diyar kiriye ku hikûmeta Kurdistanê 60 heta 65 projeyên curbicur yên torîstîkî bo tevahiya Kurdistanê amade kiriye û di pêşerojê de ev projeyên han vê werin cîhbicîhkirin.

Hêjayê gotinêye ku duhê jî bi amadebûna Serokwezîr Mesrûr Barzanî projeyeke mezin ya torîstîkî bi navê teleferîka çiyayê Zava li Dihukê hatibû vekirin.
Top