• Saturday, 29 June 2024
logo

Nivîskarekî hişyarî da: Tirsa wê heye YNKê wî pêşmergeyê Rojhilatî jî teslîmî Îranê bike!

Nivîskarekî hişyarî da: Tirsa wê heye YNKê wî pêşmergeyê Rojhilatî jî teslîmî Îranê bike!
Nivîskarekî xelkê Silêmaniyê dibêje, tirsa wê heye YNK pêşmergeyekê Rojhilatî Simko Benefşî, ku qaşo ji ber sîxurtiyê ji aliyê Dijîterora YNKê ve hatiye girtin, teslîmî Îranê bikin.

Nivîskarekî kurd û xelkê Silêmaniyê bi navê Sûre Mergeyî ji BasNewsê re got, taxima xiyaneta 16 Cotmehê dixwaze di nav îstixbarata welatên mezin de yariyê bike. Lê divê bizanibin ku dûmahîka wan xêr nîne û serê wan dê li erdê bikeve.

Li ser girtina pêşmergeyê Rojhilatî Simko Benefşî, ku endamê Partiya Komeleya Şoreşger û Zehmetkêşan ya Kurdistana Îranê ye û ji aliyê Dijîterora YNKê ve bi tohmeta sîxurtiyê hatiye girtin, jî got, hîn mirov nizane ka ew jî mîna Mistefa Selîmî teslîmî Îranê kirine yan na lê her dem tirsa wê heye wî jî teslîmî Îranê bikin. Ew dibêjin me ew pêşmergeyê Rojhilatî ji ber sîxurtiyê girtiye. Lê Îran pêwîstî bi kesekî wisa nîne ku sîxurtiyê bike, ji xwe li Silêmaniyê tijî sîxurên Îranê ne.

Wî nivîskarî her wiha da zanîn, tirsa wê heye senaryoyekê ji wî pêşmergeyî re çêbikin û belayekî bînin serê wî. Ez nizanim çima Komele bêdeng e û berevaniyê li pêşmergeyê xwe nakin.

Beriya niha hatibû gotin ku bavê wî pêşmergeyê Rojhilatî çûye kampa Komele lê rastî tehdîdê hatiye û jê re hatiye gotin eger li kurê xwe bigere dê ew jî ji aliyê YNKê ve were girtin.


Basnews
Top