• Saturday, 29 June 2024
logo

Wezîra derve ya Beljîkayê telefûna Serokwezîr kir

Wezîra derve ya Beljîkayê telefûna Serokwezîr kir
behsa çend mijaran hate kirin.
Di peywendiya telefûnî de behsa çend mijaran kirin.

Îşev Cîgira Serokwezîr û wezîrê derve yê Beljîkayê Sophie Wilmes telefûna Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî kir û pişt re jî Serokwezîr derbarê naveroka peywendiya han de li ser hesabê xwe wisa nivîsand;

Roja duşem 10 Gulana 2021an Cîgira Serokwezîr û wezîra derve ya Beljîkayê Sophie Wilmes telefûna me kir.

Di peywendiya han ya telefûnî de Cîgira Serokwezr û wezîra derve ya Beljîkayê sersaxiyên xwe jiber şehîd bûna hijmareke pêşmergeyan di encama êrîşa terorîstên DIŞIê de gehande me.

Me jî spasiya hevxemiya û helwesta hikûmeta Beljîkayê kir ku ev êrîşên vê dawiyê bo ser Hewlêrê mehkûm kiribû.

Di berdewamiya peywendiya han ya telefûnî de me derbarê kêşe û arîşeyên ewlekarî yên li herêma Kurdistanê, Îraq û deverê de giftûgo kir û her du alî li ser girîngiya berdewam bûna têkilî û hemahengiya heyî bo babetên ku bo her du aliyan girîngin, hem fikir bûn.

Di beşeke din ya peywendiya han de, rêkarên rûbirû bûna Koronayê û prosesa vaksîne kirinê hatin nirxandin û me daxwaz ji Cîgira Serokwezîrê Beljîkayê kir daku bi rêya Yekîtiya Ewrûpayê hevkariya penaber û awareyên nîştecîh yên li herêma Kurdistanê de bikin bi taybetî ku karînên herêma Kurdistanê di vê warî de sînordanin.

Top