• Saturday, 29 June 2024
logo

Pêntagon : Balyozxaneyên me beşdarî kuştina Qasim Silêmanê nebûne

Pêntagon : Balyozxaneyên me beşdarî kuştina Qasim Silêmanê nebûne
Berdevkê Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) John Kirby got ku balyozxaneyên wan yên li Iraqê beşdarî operasyona ku Qasim Silêmanê hate kuştin nebûne.

John Kirby di civîna çapemeniyê ya heftane de derbarê kuştina Qasim Silêmanî de bersiva pirsa peyamnêrê Rûdawê Roj Ali Zala da û got “Ez ê li ser vê mijarê bi zelalî şirove nekim. Wekî ku hûn dizanin, em hûrguliyên operasyonên leşkerî parve nakin.”

Berdevkê Wezareta Berevaniya Amerîkayê di berdewamiya axavtina xwe de got “Balyozxaneyên me saziyên me yên dîplomatîk in û karê wan jî dîplomasî ye. Ew beşdarî bicihanîn û şopandina operasyonên leşkerî nabin.”

Li aliyê din Îran helwesta xwe li hember rapora malpera Yahoo-Newsê ya di debrarê kuştina fermandarê berê yê Supaya Quds a Îranê Qasim Suleymanî de ragihand.

Berdevkê Wezareta Derve yê Îranê Seîd Xetîbzade, di derbarê wê raporê de got: “Dosyeya kuştina Qasim Sulêymanî, li ser asta navdewletî û di gotûbêjên dualî yên siyasî, hiqûqî û ewlekarî de li gel hikûmeta Iraqê tê şopandin.”

Seîd Xetîbzade got ku gelek rapor hene ku ji bo wan veşartî nînin û dê yekalî bibe ka rast in yan na.

Di debrarê beşdarî û alîkarîkirin di kuştina Qasim Sulêymanî de, Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê got: “Kesên ku rasterast yan nerasterast li her welatekê bin, destê wan di wê bûyerê de hebe, bêguman berpirsatiya yasayî dikeve ser milên wan.”

Xetîbzade herwiha da zanîn ku Îran lipey vê yekê ye ku di riyên xwe yên taybet de wan kesan ceza bike.

Malpera Yahoonewsê di raporteke taybet de ku roja Şemiyê weşandiye, hûrgiliyên nû derbarê kuştina fermandarê berê Hêza Qudsê ya pasevanên şoreşê di 3ê Çileya 2020an de eşkere kiriye

Malpera Yahunews di raporteke taybet de ku roja Şemîyê weşandiye, hûrgiliyên nû derbarê kuştina fermandarê berê yê Supaya Quds a Îranê di 3ê Çileya 2020an de eşkere kiriye

Li gor raportê herî kêm çar endamên DijeTerorê CTG ya Kurdistanê alîkariya hêzên taybet yên Amerîkayê kirine û roleke girîng di kuştina Qasim Silêmanî de lîstine

Di raporta Malpera Yahoonewsê de tê gotin ku agahî ji 15 rayedarên berê û niha yên Amerîkayê hatine wergirtin, operasyon bi beşdariya sê tîmên "Delta" yên hêzên taybet ên Amerîka, 3 dronan, bi alîkariya Îsraîl û endamên DijeTerorê CTG ya Kurdistanê ve hatiye encamdan.

Dije Terora Kurdistanê: Peywendiya me bi operasyona armancgirtina Qasim Sulêymanî nîne

ije Terora Kurdistanê zelalkirinek derbarê operasyona armacgirtina Qasim Sulêymanî belav kir û tekez kir ku ti peywendiya wan bi operasyona kuştina Qasim Sulêymanî nîne.

Dije Terora Kurdistan (CTD), di daxuyaniya xwe de behsa raporteke derbarê operasyona armancagirtina Fermandarê Supaya Quds Qasim Suleymanî dike ku navê Dije Terora Kurdistanê têde hatiye û diyar dike, “Em hemû aliyan piştrast dikin ku dûr û nêzîk peywendiya CTD bi zaniyariyên nav raporê û operasyona bi armancagirtina Qasim Suleymanî de nîne.”

Her di wê daxuyaniyê de tê gotin, “Grûpeke bi navê CTG heye k user bi Lahûr Cengî û birayên wî ve ye û pabendî rêkar û yasayên Herêma Kurdistanê û saziyên wê nîne û li derveyî yasaya hejmar 4 a sala 2011 ya Parlamentoya Kurdistanê kar dike ku taybet bi Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê.”

Dije Terora Kurdistanê bibîr dixe ku di raportê de jî behsa beşdarbûna wê hêza bi navê CTG tê kirin û “di raportê de bi zelalî amaje bi wê tê kirin ku peywendiya wan bi Lawên Azadî, Berdevkê Lahûr Cengî kirine bo ku zelalkirinê li ser beşdarî û destwerdana di armancgirtina Qasim Sulêymanî de bidin.”

Di dewama daxuyaniyê de tê tekezkirin, “Em dûpat radigihînin ku Dije Terora Kurdistanê ti peywendiyek bi vê mijarê nîne.”

Dije Terora Kurdistanê pêşniyaz jî dike ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê lêkolîneke hûr li ser wê raporê bike ku rastiyan bo raya giştî aşkere bike.

Ji aliyê din ve Saziya Dije Terorê (CTG) daxuyaniyek belav kiribû û ret kir ku destê wan di kuştina Qasim Suleymanî de hebe.

Dije Terora a CTG dibêje ku bi kuştina Sulêymanî YNK hevalekî Mam Celal ji dest da û dibêje wan di serdemekê de di heman çeperan de ku Qasim Suleymanî têde bûye şerê terorê kirine û dibêje ew amade ne ku bersiva pirsên komîteya taybet bi lêkolînên li ser kuştina Qasim Suleymanî bidin

Fermandarê berê Supaya Quds a Supaya Pasdaran a Îranê Qasim Sulêymanî û Cîgirê Serokê Desteya Heşda Şeibî Ebû Mehdî Muhendis û çend kesên din, 3ê Çileya 2020 di êrîşeke Amerîkayê de li nêzîk Balafirxaneya Bexdayê hatibûn kuştin.

Rudaw
Top