• Saturday, 29 June 2024
logo

Li Felestînê alozî berdewamin

Li Felestînê alozî berdewamin
herî kêm 22 kes hatine kuştin.


Duhê bi şev jî pevçûn di navbera Îsraîl û Hemasê de derketiye.

Piştî êrîşên ku li mizgefta Eqsa pêk hatin, duhê bi şev Hemas bi rokêtan êrîşî ser çend navçeyên Îsraîlê kir.

Piştî êrîşên Hemasê, Îsraîl jî bersifa êrîşan da û bi balefirên şer êrîşî ser çend navçeyên curbicur yên li Xezeyê bi taybetî derdorê Xan Yûnis kir.

Li gor zaniyariyên berdest di encama pevçûnan de herî kêm 22 kes hatine kuştin û 103 kes jî birîndar bûne.

Ji aliyeke din ve hin welatên cîhana îslamî jî êrîşên Îsraîlê bo ser Felestîniyan şermezar dikin û Îsraîl jî daxwaz ji Amerîkayê kiriye daku destwerdanî di rewşê de neke û daxwaz ji Îsraîlê neke ku li hember êrîşên Hemasê bêdeng be.
Top