• Saturday, 29 June 2024
logo

Li Kerkûkê gef li kandîdekî kurd tê xwarin

Li Kerkûkê gef li kandîdekî kurd tê xwarin
Şeva borî nameyeke gefxwarina kuştinê li ber deriyê endamê Serkirdatiya Tevgera Îslamî ya Kurdistanê Hesen Şêxanî li Kerkûkê hate danîn.

Di nameyê de gef li Hesen Şêxanî tê xwarin û jê tê xwastin ku ji Kerkûkê derkeve, yan dê were kuştin û ligel nameyê jî guleyek jî hatibû danîn.

Li ser wê pirsê, efserekî binkeya polîs a lêkolînê di wê derbarê de dike ji K24ê re got: “Hesen Şêxanî gilî kiriye û tîmên lêpirsînê dest bi lêkolînê kirine.” Bêyî ku ti zanyariyên din aşkere bike.

endamê Serkirdatiya Tevgera Îslamî ya Kurdistanê Hesen Şêxanî ji K24ê re got: “Ev gefxwarin ji bo ku ez xwe ji kandîdkirina hilbijartinê bikişînim, yan ez rexneyan li rêveberiya bajêr negirim, lê ez hîn bi biryar im ku xwe bikim kandîdê hilbijatinê û bi ti carî xwe venakişînim.”

K24
Top